Polîtîk

Nabê cihê xebatkarên kurd zindanên PYDê bin

Serok Barzani jo bo azad kirine endamê komiteya Nawendî ya Paetiya Demokrata Kurdistana Suriye Ebdulrehman  Apo daxşyaniyek ragihand. Serok Barzani di daxûyaniya xwe de dibêje: Di rastiya de divê cihê xebatkarê wek Ebdilrehman Apo zîndanên dijmin ba, ne zîndana aliyekî Kurdî ba.

Daxûyaniya serok Barzanî:


Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi azadbûna Abdulrehman Apo Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistana Suriye ji zîndanên PYD gelek xweşhal bûm. Li rastiyê da cihê xebatkarên wekî wî diviya zîndanên dijmin ba neku zîndanên aliyeke Kurdî. Hêvîdarim eve bibê destpêkek ji bo azadkirina hemû girtiyên aliyên siyasiyên Rojavayê Kurdistanê ku li zîndanên PYD de dane û her wiha peydakirina wan hemû çalakvanên Kurd ku li wir bêserûşûn bûne.

Hêvî dikim êdî Rojavayê Kurdistanê vekirineke siyasî bi xwe ve bibîne û xelk û aliyên siyasî bi sedema bîr û ramanên siyasî neyên êşandin û azardan û neyên zîndanî kirin.

Mesûd Barzanî
15.11.2018

Back to top button