Polîtîk

Nabe aloziyên aliyên siyasî derbasî nav hikûmetê bibe

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî civiya.Li gorî daxuyaniya hikûmetê, di civînê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê behsa nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê li ser hinartina petrolê û bûdceyê kir û got, Herêma Kurdistanê di vî warî de hemû erkên xwe yên qanûnî pêk aniye û wiha axivî: “Lê mixabin Bexda bi temamî erkên xwe bicîh nehaniye û bûdceya Herêma Kurdistanê nedaye. Di demekî de ku roj bi roj barê Herêma Kurdistanê ji ber şerê terorîstên DAIŞê û zêdebûna penaber û koçberan girantir dibe.”Serokwezîr Barzanî anî ziman ku Hewlêr dixwaze bi arîşe û nakokiyan bi diyalogê çareser bike lê eger ew arîşe nehatin çareserkirin wê demê hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi serê xwe li dû çareseriyê bigere.Serokwezîrê Iraqê Heyde Ebadî çend roj berê gotibû, Herêma Kurdistanê rêkeftina petrolê binpê kiriye û ew petrola ku divê radestî hikûmeta Iraqê bike, nekiriye.Hat gotin ku di civînê de behsa alozî û nakokiyên partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li ser hilbijartina Serokê Herêma Kurdistanê jî hatiye kirin.Serokwezîr Barzanî li ser vê mijarê jî gotiye, civîna roja 23ê Hezîrana îsal a Parlamentoya Kurdistanê bûye sedema alozî û nakokiyan lê ev alozî nabe derbasî nav hikûmetê bibe çimkî hemû wezaretên hikûmetê bi awayekî yekdeng karên xwe dikin û em hêvîdar in hêzên siyasî jî mîna hikûmetê yekdeng bin.Di civîna roja 23ê ya Parlamentoya Kurdistanê de YNK, Gorran, Komel û Yekgirtûya Îslamî li ser sererastkirina qanûna serokatiya Kurdistanê civiyabû lê PDK tevlî civînê nebibû û li hember vê yekê nerazîbûn nîşan dabû.Partiyên han dibêjin bila Serok ji aliyê parlamentoyê ve were hilbijartin lê PDK û hinek partiyên din dibêjin, bila Serok ji aliyê gel ve were hilbijartin.

Back to top button