Nivîsar

Muzakere tûne ye

Demeke di navbeyna serokê PKKê Ocalan û Hikûmetê de de danûstandin heye. Li ser karektera danûstandina Ocalan û Hikûmetê minaqeşe hene û li ser vê pirsê şirove tên kirin.

Ceribandina Osloyê û Helwesta Ocalan jî nîşan dide ku muzakere tûne ye…

Lewra karaktera danûstandinê qasî naveroka danûstandinê girîng e. Wek tê zanîn gelek babetên danûstandinê hene.

Danûstandin hene ku di navbeyna du terefên wekhev tên kirin; danûstandin hene ku yek alî tên kirin; danûstandin jî hene ku wek du alî tê lanse kirin, lê ew danûstandina yek alî ye,  danûstandina du terefên wek hev nîn in.

Ji bona ku gelek babetên danûstandinê hene,  ji bona danûstandina Ocalan û Hikûmetê jî gelek minaqeşe hene.

Beşek siyasetmedar û aqademîsyen vê danûstandinê danûstandinek wek du terefên wekhev bi nav nakin.

Beşek siyasetmedar û aqademîsyên jî, ev danûstandina Ocalan û Hikûmetê yekalî terîf dikin.

Beşek siyasetmedar û aqademîsyên jî vê danûstandinê di şikil de dualî û lê du aliyên ne wekhev; lê di eslê xwe de yek alî terîf dikin.

Ez jî di nav vê kategoriyê seyemîn de me. Bi mehan e ku ez danûstandina Ocalan û Hikûmetê bi vê naverokê terîf dikim.

Ceribandina Osloyê jî ev nerîna min rast nîşan dide.

Lewra li Osloyê li ser navê PKKê berpirsiyarên PKKê yên li Qendîlê û li Ewrupayê; li ser navê Dewleta Kemalîst a Tirk jî MÎT beşdarî civînan bibûn.

Di van civînan de di heman dem de Ocalan jî nerînên xwe bi niviskî pêşkêşî civînê dikir.

Her çiqas nerînên Ocalan di bin bandora dewletê de çê dibûn jî, di danûstandinê du teref hebûn. Terefa PKKê jî bi awayekî “azad” danûstandin dimeşandin û nerînên xwe dianîn ser zimên.

Mirov dikare bibêje ku gor pîvanên dîplomasiyê û civakî li Osloyê ji muzakereyek dualî qal bike.

Gorî ceribandina Osloyê yanî ceribandina PKKê ya li Osloyê bi xwe jî nîşan dide ku danûstandinê di vê qonaxê de di navbeyna Ocalan û hikûmetê de tên domandin, muzkereyek nîn e.

Lewra di vê danûstandinê de dualî tûne ne. Bes dewlet û MÎT heye. Bes Ocalan şiklên heye; ew jî ne azad e.

Ji devreyî vê, helwest û naveroka nerînên Ocalan bi xwe jî diyar dike ku muzakereyek tûne ye.

Lewra Ocalan encama bazarekê dev ji çek berneda. Ocalan dibêje ku “dema çek derbas bûye. Êdî çek divê wek têkoşînê naye meşandin. Xebat û têkoşîn bi rêya fikir û siyasetê bê meşandin.”

Ji bona vê jî muzakere ne pêwîst e. Hikûmet jî dibêje ku me bi Ocalan re bazariyek nekiriye.

Ocalan jî vê nerînê dipejirîne.

Ev danûstandina di heman dem de hîç bi awayekî danûstandina kurdan û dewletê jî nîn e…

Divê pirsek din ya bingehî jî zelal bibe. Di reya giştî ya kurd û tirk de nerînek heye ku ev danûstandina di navbeyna Ocalan û hikûmetê de, danûstandina kurdan û dewletê ye.

Ew nerîna şaş e.

1- Lewra PKKê ji aliyê hejmar de bi serê xwe hemû kurdan temsîl nake. Beşek kurdan temsîl dike. 

2- PKKê di heman dem li dijî mafê çarenivîsiya miletê kurd e. Ocalan gelekj aşkere diyar dike ku kurd xwediyê mafê avakirina dewleta serbixwe, federal, konfederal  nîn in. Tiştekî gelek aşkere û tê zanîn jî heye ku mafê çarenivîdsiya Milet kurd jî wek her miletekî mafê ku kurd li Kurdistanê hikumran, desthilatdar û serwer bin.

3- PKKê tevgerek milî ya kurd û kurdistanî jî nîn e. Mîsyona PKKê ji bona ku tevgera milî ya Kurdistanê ji hûndir de bê teslîm girtin; miletê kurd ji armanca hikumranî, desthilatdarî, serwerî bê dûrxistin; rêxistinên Kurdistanê bên tasfiye kirin; li ser civatê operasyon pêk bîne û encama van operasyonan hêzên milî yên civakî bê bandor û tesîr bihêle; di dema dirêj de tevgera mılî ya Kurdiastanê kontrol kirine.

Loma jî PKKê bi vê wateyê jî miletê kurd nikare temsîl bike.

4- Ocalan ji bona miletê kurd maf daxwaz nake; ji bona demokrasiya dewleta kemalîst xwediyê daxwazan e.

5- Hikumet jî dibêje ku mafên miletê kurd û pirsa PKKê i hevûdu cûda ye. Em van du pirsan tevlihev nakin.

6- Di nanûsatndinan de terefên din y”n kurd tune ne.

Ceribandina Başûrê Kurdistanê û Dinyayê jî derdixe holê ku danûstandina Ocalan û hikûmetê: Muzakere nîn e…

Li Başûrê Kurdistanê ji bona muzakereyan em dikarin li ser du ceribandinan rawestin. Ceribandina yekem, di sala 1970yî de hat li dar xistin. Ceribandina duyem di sala 2005-an de pêk hat.

Ceribandina yekemîn: Wek tê zanîn piştî ku hikûmeta navendî û nîjadperest ya Iraqê guhertina makezagonê ya di sala 1958-an de hatibûkirin; binpê kir, di Îlona 1961-an de li Başûrê Kurdistanê Şoreşê û şerê pêşmergetî dest pê kir. Hikûmetê di sala 1970yî de dît ku nikare zora miletê kurd bibe, mecbûr bû ku mûzakere bike.

Daxwaza muzakereyê ji aliyê hikûmetê de ji serokatiya PDKê û Serok Barzanî re hat teklîf kirin.

PDK û Serok Barzanî jî biryar dan ku bi hikûmetê re muzakere bikin.

PDKê û Serok Barzanî, ji bona ku bi hikûmetê nebawer bûn, neçûn Baxdayê û pêşniyar kirin ku li Kurdiatanê û li herêmên azadkirî û rizgarkirî muzakere bê domandin.

Hikûmeta navendî ya Iraqê jî mecbûr bû ku vê pêşniyara qebûl kir.

Muzakere, ji terefa du aliyên azad û xwesere dest pê kir.

Di encamê de biryar hat girtin ku li Iraqê demokrasî û li Kurdistanê statuya otonomî ava bibe. Peymana 11ê Adara 1970yî hat pejirandin. Biryar hat girtin ku kurd li Kurdistanê hikumran, desthilatdar, serwer bin. Hêzên pêşmergeyan jî bibin hêzên ewlekarî li Kurdistanê.

Yanî PDK û Serok Barzanî encama şerê çekdar li Kurdistanê otonomî ava kirin. Hikûmeta navendî ya Iraqê jî mecbûr bû ku vê statuyê qebûl bike.

Ceribandina duyemîn: Wek tê zanîn piştî Şerê Yekemîn ya Kendavê (Korfezê) Li Başûrê Kurdistanê herêma azad û pişt re jî herêma federe yekalî hat ava kirin.

Lê dema Emerîkayê û hevalbendên Emerîkayê di sala 2003-an de rejîma baasî hilweşandin, li Iraqê pirsa avakirina rejîma nû û dewleta nû hat rojevê.

Ereban û Emerîkayê nedixwestin ku Iraq bibe dewletek federal. Ereban dixwest ku dewlet bibe dewletek milî ya ereb û unîter. Emerîka jî dixwest ku dewlet bibe dewletek eyaletî.

Karaktera dewletê di heman dem de karaktera rejîmê jî dê diyar bikira ku rejîmê bibe rejîmek demokratîk û an jî bibe rejîmek otoriter.

Emerîka û Celal Talabanî jî  ji bona dewlet û pergela eyelatê li hevûdu kiribûn.

Miletê kurd û partiyên Kurdistanê  pêşniyar kir ku Dewleta Iraqê bibe dewletek federal.

Di encama muzakereyên dualî û piralî yên azad de biryar hat dayîn ku Iraq bibe dewletek federal. Kurdistan jî bibe federe.

Ji bona dewleta federal ya Iraqê makezagonek hat amade kirin. Di sala 2005-an de jî bi referandûmê ev makezagona hat pejirandin.

Biryar bir konsensûsa du terefên wek hev hat girtin. Eger biryar bi hejmar bihata girtin; her dem ereban dikarî daxwaza xwe pêk bianiya.

Di vê danûstandinê de jî du teref hebûn, herdu terefan jî bi azadî muzakere meşandin û bi hev re gihêştin encamê.

Ceribandinên li dinyayê jî bi du terefên azad hatine meşandin.

Ceribandina Başûrê Efrîkayê jî, bi du terefgên azad hatin meşandin. Lewra Mandela di hepsê de li ser navê gelê xwe muzakere nemeşand. Kongeraya Efrîkayê Başûr muzakere meşand. Gihîşt encamêm.

Li Îrlanda û Îspanyeyê jî bi du terefên azad muzakere hat meşandin.

Ocalan bi xwe ne azad e û di hepsê de ye. Ji bona kurdan daxwazên wî yên esasî jî tune ne. Wek partnerekî MÎTê hewil dide.

Gelo ew çawa dikare muzakereyê bi dewletê re bi azadî bimeşîne?

Amed, 8. 05. 2013


Îbrahîm GUÇLU

([email protected])

Back to top button