Polîtîk

Muxalefeta Suriyê: Bila Rusya fehm bike li Suriyê şoreşek heye

Serokê Konseya Netewî a Suriyê Ebdulbasîd Seyda, îro li Rusyayê, bi Wezîrê Karê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov re hate ba hev. Seyda diyar kir ku, bila Rusya baş seh bike ku, bûyerên ku li Suriyê diqewimin, ne nakokiyên di navbera hêzên rejîmê û muxalefetê de ne, li Suriyê şoreşek tê jiyandin.”

Dewleta ku herê zêde piştgiriya Serokdewletê Suriyê Beşşar Esad dike, Rusya ye. Li Rusyayê, ji aliyê Wezîrê Karê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov ve, di serokatiya Ebdulbasîd Seyda de muxalefeta Suriyê  qebûl kir. Berî hevdîtinê, Serokê Konseya Netewî a Suriyê Ebdulbasîd Seyda, ku bixwe Kurd e, daxuyanî da çapemeniyê. Seyda anî ziman ku, li Suriyê şorejek tê jiyandin. Şoreşeke ku di sala 1991 an li Rusyayê hate jiyandin heye li Suriyê. Pêwiste Rusya rewşa Suriyê baş fehm bike.

Dîsa, berî hevdîtinê, daxuyaniyek jî ji Rusyayê hat. Rusyayê xwest ku, çavdêrên navneteweyî yên ku li Suriyê peywirê bi cih tînin, bila 3 mehên din li Suriyê peywira xwe bidomînin.

Nûnerê saîmî yê Rusyayê yê Neteweyên Yekbûyî Aleksandr Pankin, anî ziman ku, Rusyayê, ji bo ku peywira çavdêrên navneteweyî yên li Suriyê 3 meha were dirêj kirin, wana pêşniyar ji Konseya Ewlekariyê a Neteweyên yekbûyî re kiriye. Pankîn diyar kir ku, armanca wan, piştgirî dayîne Plana Kofî Annan e,

Konseya Netewî a Suriyê, îdia kir ku, îro li bajar û deverên cuda, ji aliyê rejîmê ve 25 kes hatine kuştin. Li gorî îdiaya konseyê, li bakurê welêt, li İdlibê 11, li Deyr Ez Zorê 4, li Haleb û Şamê 6, li Dera, Hama, Humus ve Rakkayê jî bi yekan mirov, ji ber gule reşandina rejîma Baasê jiyana xwe wenda kirine.

Back to top button