Polîtîk

Muxalefet: Berbijêriya Erdogan ne huquqî ye

Niha jî li Tirkiye berbijêriya Tayib Erdogan ji bo serokkomariyê tê gotubêj kirin. Partiyên muxalefetê ku maseyê 6 kolî pêkanine dan xûyakirin ku, Erdogan nikare bibe berbijêr. Muxalefet dibêje ku; li gora destûrê kesek bi tenê du cara dikare bê hilbijartin. Ji bo vê jî Erdogan nikare bibe berbijêr.

Erdogan sala 2014ê ji aliyê xelkê ve hatiye hilbijartin û herweha sala 2018ê jî wek cara duyem hatiye hilbijartin.

Lê Erdogan  û huquqzanên AK Partiyê dibêjin ku, sala 2018ê bi referandumekî sistema siyasî ya Tirkiye hatiye guhertin û Erdogan di vê sistema nû de tê qebûl kirin ku wek cara yekem hatiye hilbijartin.

Bê guman ev yek niha babetê herî germ ê gotubêjaye. Piraniya huquqzana jî li gora dîtinên xwe yên siyasî helwesta diyar dikin û dixweyê heta roja hilbijartina ev babet dê bi germî bê minaqeşekirin.

Gotinek heye ku, dibêjin ihtimala Erdogan xwe bide aliyekî jî mimkine. Lê ev yek gelekî zehmete. 

Berpirsên partiyên muxalefetê heja ji nihave xwe amade dikin ku serokkomariya Erdogan ne qanûnî bidin nîşandin.

Erdogan di bersiva muxalefetê de dibêje: Me sala 2018ê de destûr guhert û em ketin di nava sistemek nû de,hingê akilê van kesan li kû bî. Ev niha bi xwe hesane.

Back to top button