Polîtîk
Musiad li Kurdistanê nûnertiya xwe vekir
Komeleya Karsaz û Pîşesaziyên Mustakqîl (MUSÎAD) li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Iraqê nûnertiya xwe vekir.
Vekirina nûnertiyê bi resepsiyona ku li Otela Dedemanê hate ragihandin. Gelek kes beşdarî merasima vekirina nûnertiyê bûn. Di nava van kesan de Serokê MUSÎADê Naîl Olpak, Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Faruk Kaymakçi, Serkonsolê Hewlêrê yê Tirkiyeyê Mehmet Akif Înam, Wezîrê Pîşesazî û Bazirganiyê yê Kurdistanê Sînan Çelebî, Parêzgerê Hewlêrê Newzad Hadî û karsazên Tirk û Kurd yên li Kurdistanê beşdarbûn.
Serokê Musiadê Olpak: “Haya me ji berpirsiyarên ku ketine ser milê me, heye. Înşellah, biratiya di navbera Hewlêr û Stenbolê wê xurtir be”