Nivîsar

Musa: Corona di destê me deye

Nivîskar Zikrî Musa li ser rûpela xwe ya taybetiya facebookê behsa erênî û neyîniyên virusa Corona dike û dibêje: Corona dikarê me bitirsînê û bêhêvî bike û bixe kûratiya xemgîniyan de. Dikarê bêbaweriya li nav me de zêdetir bike û me berev xwe xwestiyê ve nizm bike. Dikarê me dûdil bike û erdê re rast bike û dikarê wiha bike hîç tiştekî jê fêr nebîn.

Her wiha behsa erêniyên virusa Coronayê dike û dibêje: Corona dikarê jî me fêrî bîhnfirehî û hedar û xweparêzî û pabendbûnê bike. Dikarê wiha bike mirovdosttir bibîn û ruhê yarmetîdana hevdû û evîniya welat li kûrahiya dilê me da geştir bike. Corona dikarê wiha jî bike ku zêdetir ji mirov û xalên wê yên lawaz û bihêz têbigihîn û jê fêr bibîn.

Dawiyê de Zikrî Musa dibêje: Li destê me daye Corona çi li me bike û berev kûve me bibe…

Back to top button