Polîtîk

Muhtedî: PYD bi hevkariya Esed dest daniye ser Rojava

Sekreterê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê-Îran Ebdulla Muhtedî ragehand ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi hevkariya rejîma Beşar Esed dest daniye ser Rojavayê Kurdistanê.

Di hevpeyvîneke ligel rojnameya El-Cerîde ya Kuwêtî de Ebdulla Muhtedî wiha dibêje: ‘’Mixabin PYD’ê bi hevkariya rejîma Beşar Esed dest daniye ser navçeyên Kurdî yên Sûriyê û naxwaze Kurd beşdarî şoreşê bibin.

Muhtedî da xwiyakirin ku PYD bi hevkariya rejîma Sûriyê hewl dide Kurdan serkut bike, wan ji şoereşê dûr bixe û wiha axifî: ‘’Lê belê di vê hewldana xwe de biserneketiye, ji ber Encûmena Bilind a Kurdî li Sûriyê û piraniya Kurdên Sûriyê pêdagir in li ser wêya ku hevkariya mixalefeta Sûriyê bikin û dijî rejîma Esed têbikoşin.’‘

Muhtedî tekez kir ku ew naxwazin Îran destê xwe bixe nav karûbarê Sûriyê û daxwaz ji Komara Îslamî ya Îranê kir ku bi siyaseta xwe ya xelet a beramber welatên cîran de biçe û careke din dahat û serwet û sermaya Îranê li rêxistinên ‘terorîst’ wek Hizbullahê ser neke.

Sekreterê Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê da zanîn ku ew beşdarî hilbijartina vê dawiyê ya Îranê nebûne û wiha pêde çû: ‘’Ji em dizanin ne hilbijartineke paqij bû û rejîma Îranê jî rê nade hîç siyasetmedarekî mixalefetê daku beşdarî hilbijartinê bibe, loma ne hilbijartin çêbûye û ne jî dengdan.’‘

Derbarê Serokkomarê Îranê Hesen Rûhanî de jî Muhtedî got: ‘’Herçiqas hê zû ye em biryara yekalîker derheqa Rûhanî de bidin, lê divê em hişyar bin, ji ber Rûhanî qet rojek ji rojan nebûye mixalifekî dijwar ê rejîma Îranê, lê beşek bû ji leyistika rejîma Îranê, li dezgeha Îstixbaratê kar kiriye, di hikûmeta Îranê de çendîn post wergirtine û nêzîkê Rêberê Îranê Elî Xameneyî bû.’‘

Back to top button