Muhammed: Amerîka naxwaze Tirkîyê bêzar bike
Nûnera Meclîsa Sûrîyeya Demokratîk (DSM) ya Washingtonê Sînem Muhammed têkildarî êrîşên hewayî yên Tirkîyê û êrîşên wê yên li dijî Rojava û helwesta DYA nirxand.
Ji ber bomberdûmana Tirkîyê ya bi balafirên bêmirov û balafiran gelek xizmetên binesazîyê, santralên av û elektrîkê bûn hedef û herifîn.
Nûnera Meclîsa Sûrîyeya Demokratîk (DSM) ya Washîngtonê Sînem Muhammed ji çapemenîyê re nirxandinek kir û diyar kir ku ji bo rawestandina êrîşên Tirkîyê wan bang li DYA kiriye û got: “Em dibêjin bila Tirkîya ku êrîşî gelê me dike bê sekinandin. Divê êrîşî gelê herêmê neke. Îstiqrara li herêmê hedef hatiye girtin. Divê demildest êrîş bên rawestandin. Pêdivî ye ku wêranî bê sekinandin da ku ew bêtir zêde nebin. Li aliyê din DYA jî di daxuyanîya xwe de diyar kir ku ew ji êrîşên li dijî Rojava bi fikar in“.
Berpirsiyara Rojava Muhammed li ser pirsa “Çima DYA ji bo rawestandina êrîşan însiyatîf negirt” de wiha got: “Rayedarên Amerîkî ji me re gotin ku ew gelekî aciz bûne. Gotin ‘Em qebûl nakin’. Digotin ‘Divê Tirkîye raweste’. Lê wek hûn jî dizanin li welatekî mezin wek Tirkîyê berjewendîyên DYA jî hene. Tirkîye ji bo wan pir girîng e. Ji ber vê yekê jî naxwazin Tirkîyê zêde bêzar bikin”.