MSDê bi beşdariya hejmarek ji kesayetiyên serbixwe û aliyên siyasî kongreyek lidar xist û biryar hat dayîn, ji bo pêşxistina dezgehên Rêveberiya Xweser komîteyeke taybet were avakirin ku yek ji karên wê jî tunekirina genedeliyê ye.
Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD) piştî proseyeke 2 mehî ji wergirtina nêrîna beşek ji xelkê li şeş bajarên cûda derbarê encamdana guhertinan di sîstema Rêveberiyê de li Rojavayê Kurdistanê û bakûr rojhilatî Sûriyê, li Hesekê kongreyeke giştî encam da.
MSDê ku baskê siyasî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ye hewla birina Rêveberiya Xweser ber bi rêveberiyeke teknokrat ve dide bi hilbijartina kesên pispor di nava dezgehan de.
Emîna Omer, Hevseroka MSDê dibêje, “Em dixwazin kesên pispor, teknokrat cihê xwe di rêveberiyê de bigirin ku bikarin vê rêveberiyê pêş bixin.”
Di vê kongreya giştî de 300 kes ji alîgirên rêveberiyê, kesên serbixwe û şêxên hozên Ereban li deverê beşdar bûn.
Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi awayekî fermî û li ser asta bilind beşdarî kongreya MSDê nebû, di demekê de ku ji her aliyekî zêdetir daxwaza guhertina rêveberiyê dike.
ENKS heta niha li gel Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û mezintirîn partiyên rêveberiyê, du caran li ser çawaniya rêveberiya deverê civiyaye, lê jiber nehatina şanda Amerîkî ya ku serpereştiya danûstandinên Kurdî-Kurdî dike, civîna sêyem hîn çêne bûye.
Beşar Emîn ku yek ji beşdarên kongreyê bû, dibêje, “Ev heykela heyî ya rêveberiyê ne li gor qonaxê ye.”
MSDê behsa 17 bendan derbarê pêşxistina kertên perwerde, tendirustî, xizmetguzarî dike û her bi vê mebestê jî komîteyek ku ji 18 kesan pêk tê ji bo şopandina karê damûdezgehan û jinavbirina gendeliyê dê bê pêkanîn.
Viyan Fetah/Rûdaw