Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Lîwa Tehsîn Xefecî ragihand wan dest bi cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî Iraqê de kiriye.
Lîwa Tehsîn Xefacî behsa serdana şanda asayîşa federaliya Iraqê bo Nînowa kir û da zanîn ew serdan bi armanca asayîkirina rewwşa Şingalê pêk hatiye.
Xefacî ji BasNewsê re axivî û da zanîn asayîşa federaliya Iraqê bi armanca kêmkirina aloziyan û vegera xelkê Şingslê bo ser mal û zeviyên xwe hatiye herêmê.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Bexdayê bi armanca çareserkirina kêşeyan rêkeftibûn.
Herwiha beriya bi heftetekê Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erec û Nûnera Neteweyên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert li Hewlêrê civiyabûn û rewşa Şingalê gotûbêj kiribûn.
Piştî civînê di kongreyeke rojnemevanî de Rêber Ehmed û Qasim Erec axivîn. Rêber Ehmed got: “Di civînê de biryar hat dayîn qonaxên rêkeftina Şingalê werin cîbicîkirin. Herwiha ligor qonaxê wê rewşa Şingalê were asayîkirin û rêkeftin were cîbicîkirin.
Di berdewamiyê jî de Rêber Ehmed a zanîn ku ew ligel hikûmeta Iraqê rêkeftine ku qeymeqamekî nû bo Şingalê were tayînkirin.
Herwiha Rêber Ehmed da zanîn divê îdareya Şingalê di destê xelkê Şingalê de be û xelkê resen ê Şingalê vegerin Şingalê û Neteweyên Yekgirtî jî wê çavdêriya rêkeftina Şingalê bike.
Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erec jî tekez kir ew civîna nîşandana dilsoziyê bûye taybet bi cibicîkirina rêkeftina Şingalê.
Qasim Erec spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir bo hevkariya hikûmeta Iraqê ji encamdana rêkeftinê.