CivakRojev

Mizgeftên Kurdistanê wê bi awayeke Kurdewariyê bêne çêkirin

Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî ya Herêma Kurdistanê awayê nû yê dirustkirina mizgeftê ragihand: Peyvdarê Wezareta Ewqaf jî dibêje: “Rênimayiyên çêkirina mizgeftan rê bi kes nade bi navê mizgeftê keresteyên bînasaziyê hawirde bikin”.

Nebez Îsmaîl Peyvdarê Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî ragihand: “Îro encama pêşbirkêya dîzayna nû ya mizgeftên Kurdewariyê hate ragihandin. Ew kesê dixwaze mizgeft çêbike, divê rûber û cihê wê guncayî bê, ciheke pêwîst bê û li ser nexşeya bajarvaniyê jî cihê wê mizgeft bê”.

Her wiha da zanîn ku ew xêrxwazên mizgeft çêdikin: “Divê pereyê hazir û kaş li berdest da bê û bi dokument eşkere bike. Piştî wê wezaret keşfek ji bo wî cihî dike, pêşbîniya maddeyên pêwîstê hawirdekirî dixe rû û bi nivîsên fermî nebê rê nadin kereste bi navê mizgeftê bê hawirde kirin.”

Pêşbirkêya “Dîzayna nû ya mizgeftên bi awayê Kurdewarî” 30 kompanya têda beşdar kiribûn û ji aliyê lîjneyeke pîspor ve sê ji wan kompanyayan destnîşankirin ji bo bi dest ve anîna xelata yekem, duyem û sêyem. Ji aliyê Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî ve jî hatin xelat kirin.

Dr Piştîwan Sadiq Wezîrê Ewqaf û Karubarê Olî ragihand “Ev proje ji bo xizmetkirin û parastina pîroziya mizgefte bi awayeke Kurdewarî li ser bingeha zanistî, bi awayê resenayetî û bi şêwazêk wêneyê rastiya kultûra Kurdistanê bike”.

Wezareta Ewqaf wêneyê dîzayna rûkarê derve û nav ve û rûber û çawayiya dîzayna çêkirina mizgeftan jî belavkir.

Li Herêma Kurdistanê pênç hezar û 560 mizgeft hene ku li sê hezar û 174 mizgeft gotarên înê têda têne xwendin û 800 hezar heta milyonek kes jî beşdarî li gotarê rojên înê da dikin.

Back to top button