Polîtîk
Mizgeftên Kurdistanê ji yên Mekke û Medîne zêdetirin
Li gor amareka Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî, Mizgeftên li Herêma Kurdistanê ji mizgeftên bajarên Mekke û Medîneyê gelek zêdetirin.
Merîwan Neqşebendî Peyvdarê Fermî yê Wezareta Ewqaf û Karubarên Olî ya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand: Li Herêma Kurdistanê zêdetirê pênç hezar û sed mizgef hene û bi tenê çar salên bihûrî da hezar mizgeft ji aliyê Hikumetê û xelkê xêrxwaz ve hatine avakirin.
Li gor xercî yên avakirina wan jî Neqşebendî got: Zêdetirê 155 milyon dolar ji xercî yên wan mizgeftan hatine xerc kirin.