PolîtîkRojev

Mixabin PKK bûye sedemê sereke ku mirovên me ji vê aloziyê zererê dibîne

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn ragihand ku ti hemahengiya wan weke hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê şerê Gar tune ye û got “Em nizanin ev gotin ji aliyê kê ve hatiye gotin, lê hewqas bênirx û bêqîmet in pêwîst nîne ku mirov bersiv jî bide.”

Birîkarê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn beşdarî bernameya “Rûdawa Emro” ya Rûdaw TV yê bû û têkildarî êrişên artêşa Tirkiyê yên li çiyayê Gare li dijî gerîllayên PKKê axivî.

Serbest Lezgîn îdîayên ku dibêjin “Hêzên Pêşmerge bi unîformayên serbazên Tirkiyê li dijî PKK şerkiriye” red kir û got: “Pêwist nake Pêşmergeyên Kurdistanê xwe biveşêrin. Em nizanin ev gotin ji aliyê kê ve hatiye gotin, lê hewqas bênirx û bêqîmet in ne pêwîst ku mirov bersiv jî bide ji ber ku ti bingeha van axavtinan tine. PKK bixwe jî dibêje ku ew van axavtinan rast nabînin. Ji ber vê yekê kesên bêqîmet yên ku bi vî rengî Pêşmerge tawanbar dikin, pêwîst nîne ku mirov bersivê jî bide. Pêşmergeyên Kurdistanê bi kîjan alî re dibe bila bibe, gava ki şer kir, bi awayeke eşkere şer dike. Ji ber vê yekê pêwîst nake ku xwe cilên xwe biguherîne û biveşêre. Bi ti awayekî bingeha van îdîayan tine. Ti nerxeke vê tine.”

Lezgîn diyar kir ku “Eger ramaneke PKK ya netewî hebe, divê destkeftinên Herema Kurdistanê li ber çavan bigre” û bi vî rengî axaftina xwe domand: “Gava mirov lê dinêre PKK bi salane di vê mijarê de xeletiyan dike. Ji be vê yekê jî ti destkeftiyeke wê tine. Destkeftinên wê çi ne? Kîjan heremî bidest xistiye, hebûne xwe li kê derê îspat kiriye. 50 km ketina nav axa Herema Kurdistanêli deverên çiyayî ax û gundan dagir dikin. Di heman demê de jî Tirkiyê re dewetiye derdixin ji bo Tirkiye bikeve Herema Kurdistanê û serbazên leşkerî ava bike. Ev destkeftineke çewa ye, PKK dixwaze çi bike, ez vê pirsê ji PKKê dikim, em dixwazin bersivêbide. Eger ramaneke PKK ya netewî hebe, divê destkeftinên Herema Kurdistanê li ber çavan bigre.”

Wî berpirsê Wezareta Pêşmerge herwiha tekez kir ku ji bo destkeftiyên Herema Kurdistanê bê parastin û pêş bikeve, divê hemû aliyên welatparêz û Kurd bibin alîkar û got: “Lêmixabin PKK bûye sedemê sereke ku mirovên me ji vê aloziyê zirar ditiye.”

Pêştir Hêzên Parastina Gel (HPG) di derbarê êrişa serbazên Tirkiyê ya li Çiyayê Gare daxuyaniyek belav kiribû û di daxuyaniyê de diyarkiribû ku “Li ser tevlîbûna hêzên PDKê ya yekser li operasyona Garê, tespîteke me nîne. Agahiyên di vî warî de rast nîne.”

HPG di daxuyaniya xwe de wiha gotibû: “Li ser tevlîbûna hêzên PDKê ya yekser li operasyona Garê, tespîteke me nîne. Agahiyên di vî warî de rast nîne. Lê belê helîkopter û hêzên artêşa Tirk a dagirker ên tevlî êrişa Garê bûn, ji Şirnexê çûn baregeha Başîkayê, ji wir jî derbasî nehiya Bakirman a navçeya Akrê bûn û ji wir jî hatin Garê. Helwesteke PDK’ê ya li hemberî vê rewşê nehate dîtin.” 

Herwiha Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed jî di daxuyaniyekê de gotibû  ti pêwendiya wan bi şerê PKK û Tirkiyê re tune ye.

Derbarê şer û pevçûnên di navbera gerîlayên PKK û artêşa Tirkiyê de, Mehmûd Mihemed wiha axivibû: “Jibilî ku em dibêjin ew gotin û tohmetên bê bingeh, nerast in, herwiha em tekez dikin ku ti pêwendiya PDKê bi nakokî û şerê di navbera PKK û Tirkiyê de, tune ye. Ya rast ew e ku PKK bi xwe destê artêşa Tirkiyê kişandiye nav axa Herêma Kurdistanê û alozî û tevlihevî û nearamî veguhestiye nava Herêmê. Ku PKK şerê Artêşa Tirkiyê li nava axa Tirkiyê nake û hertim direvin û xelkê li pey xwe tînin, baş e PDK çi tawanek kiriye?

Em dîsa tekez dikin ku ti pêwendiya PDK bi van şeran tune ye û PDK qet rê li pêşiya PKKê negirtiye ku şerê xwe bike yan na. Eger şer bi PKKê nayê kirin û hertim direvin, qet ne gunehê PDKê ye û bila dest ji wan tohmetên bêbingeh berdin. Em dibînin ku baştirîn çareser ji bo wê nearamiyê ew e ku PKK bela xwe ji Herêma Kurdistanê veke û êdî nebe sebeba nearamî û xerakirina jiyana xelkê Herêma Kurdistanê.”

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû ku li Çiyayê Gare di 10ê Sibata 2021 de operasyoneke bi navê Operasyona Pence Baz-2 hatiye destpêkirin. Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyon li dijî pêgehên PKKê û ji bo “parastina ewlehiya sînor” û “ji holê rakirina metirsiya êrişên bo ser hêzên ewlehiyê” yên wî welatî hatiye destpêkirin.

Back to top button