Mîtsotakis Hamasê wek “rêxistina terorê” bi nav kir Erdogan mudaxele kir.
Serokomarê Tirkiye Erdogan li Kuliyeya Serokomariyê bi merasimeke fermî, pêşwaziya Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis kir. Erdogan piştî hevdîtinên dualî, civîneke .apemeniyê li darxistin û bahsa naveroka hevdîtina xwe kirin. Di civîna çapemeniyê de cudahiya nêrînên Mîtsotakis û Erdogan ên derbarê Hamasê de bal kişand.
Serokwezîrê Yewnanîstanê Mîtsotakis got, “Di derbarê Rojhilata Navîn de bi Tirkiyeyê re hinek dîtinên me cudane. Em dizanin ku,awayê ketina Îsraîl a herêma Xezayê de dîtinên me ne wekhevin û em Hamasê weke rêxistineke terorê dibînin, Lê ev ji aliyê Tirkiyeyê ve cuda tên dîtin.” Erdogan piştî bikaranîna van gotinan li dijî vê yekê axivî.
Erdogan der barê gotinên Mitsotakis de wiha got: “Mijarek pir girîng heye ku em ser li hev nakin. Ez Hamasê wekî rêxistina terorê nabînim. Ez Hamasê wekî rêxistinek berxwedanê ya ku ji bo parastina axa xwe û gelê xwe têdikoşe dibînim. . Ger em Hamasê ku 40 hezar kes jiyana xwe ji dest dane re bibêjin rêxistina terorê, ev neheqî ye. “Ez ê aciz bibim ku hûn ji Hemasê re bibêjin rêxistina terorê.”