Polîtîk

Mîtînga Amedê a BDPê hat qedexekirin

 

Mîtînga Amedê a ku ji aliyê BDP û KCDê ve li Qada Îstasyonê dike bihata lidarxistin, ji aliyê Walîtiya Amedê ve hate qedexekirin. Walîtiyê, di daxuyaniya xwe de dibêje, 14ê Tirmehê, roja ku mîtîng tê xwestin ku were lidarxistin, 1.salvegera êrîşa PKKê a ku li hemberî gundê  Dolapdereyê li navçeya Farqînê hatibû pêkanîn û ku di wê êrîşê de 13 leşker hatibûn kuştin û 7 jî birîndar bibûn e. Dîsa heman roj, roja îlankirina “Xweseriya Demokratîk” e. Ev bi awakî eşkere hatiye ferqkirin. 

Walîtî, di daxuyaniya xwe de cih dide ev îfadeyana: Ger mîtînga ku tê xwestin were lidarxistin, propagandayên ku wê werine kirin, wê  hemwelatiyê me tehrîk bike, bîne hember hev û di navbera wan de, bi vê rêyê, nefret û dijmantiyê çêbike…

Ji ber vê, 14ê Tirmeha 2012 an de, civîna li derve a ku tê xwestin were kirin, Walîtiya me destûr nedayê ye.

 

Back to top button