Polîtîk

MIT: Heta tundî hebê hevdîtin çênabin

Li gora rojnama Tarafê radigihîne, berpirsek bilind yê MIT-ê ji Tarafê re axiviye û behsa çelakiyên çêkdarî yên PKK-êkiriye. Vî berpirsî nexwestiye ku navê wî bête eşkerekirin.

Berpirsê MIT-ê dibêje, dema xelkek sivîl bête kuştin û çelakiyên çekdarî hebin em nikarin li gel PKK-ê hevdîtinan bikin. Lê ev êrîşêên li dijê sivîlan bêne sekinandin em cardin ji bo çareseriyê dikarin hevdîtinan bikin. Dema tundî hebê hevdîtin çênabin.

Herweha vî berpirsî daye xuyakirin ku, niha jî mimkine hinek pêwendî li gel PKK-ê hebin. Lê ev nehînîne.Wek din berpirsê MIT-ê da ragihandin ku, ev cureyên çelakiyan di nav PKK-ê bi xwe de jî bûye sedemê cudabûnekî. PKK hemî li ser van çelakiyan ne hemfikrin.

Back to top button