Mistefa Kazimî serdana Kurdistanê dike
Li gor zanyariyên medyaya Iraqî li çend rojên derbasbûyî de belav kirine Mistefa Kazimî Serok Wezîrê Raspardiyê Iraqê bi mebesta nirxandina pêkhata hikumetê li gel Berpirsên Kurd, serdana Kurdistanê dike.
Li vî derbarî de medyayên ser bi pêkhata Şîeyên Iraqê li ser zimanê çavkaniyeke nêzîk li Kazimî ku navê wî nehatiye eşkerekirin ragihandiye “Kazimî li çend rojên bê serdana Herêma Kurdistanê dike û li gel berpirsên Hikumeta Kurdistanê û serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê guftûgoya pêkhata Hikumetê dike, bi mebesta pêkanîna baweriyê ji aliyê Kurdan ya ji bo dengdana bi kabîneya wî”.
Her wiha ew medyayên Iraqî ragihandine “Armanca Mistefa Kazimî li serdana xwe ya Kurdistanê ji bo bi dest ve anîna piştevaniyekî pêwîste bi navê derbaskirina kabîneya hikumetê li Encûmena Nûnerên Iraqê”.