Cîhan

Misir konsolxaneya xwe li Hewlêrê vedike

Piştî serdana Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê bo Misra û civîn di gel serokê vî welatî Hunsî Mubarek û mezine berpirsên din yên Miarê, pêwendiyên bazirganî, aborî û dîplomasî yên navbera Misr û herêma Kurdistanê ketin di qonaxeke pêşkeftî de. Ji bo berdewamîdan û pêşvebirina têkeliyên di hemû waran de di navbera herêma Kurdistanê û Misrê, îro Şerîf Şahîn sefîrê Komara Misrê yê Îraqê bi fermî biryara vekirina konsolxaneya Misrê li herêma Kurdistanê gihande destê Felah Mistefa serokê fermabgeha têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê û tekîd li xurtkirina têkeliyên bazirganî, aborî û kulturî di navbera her du aliyan de kir.

Di destpêka civînê de Mistefa zêdebarê bixêrhatin kirina sefîrê Misrê sipasiya hikûmet û balyozxaneya Misrê kir bo biryara vekirina konsolxaneyê li herêma Kurdistanê ku li ser astê welatên erebî yekem konsolxane dibe û bo pêşkêşkirina her alîkarî û hêsankariyekê amadebûna xwe nîşan da.

Ji bal xwe ve Şerîf Şahîn sipasiya hikûmeta herêmê kir bo wan hêsankariya ku di dema serdana şanda Misrê de pêşkêş kiribûn, û hêvî xweset ku ew peyamên ku hatine îmze kirin di demek kurt de bikevin warê piraktîkê de.

Herwesa Felah Mistefa hewilên pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê û helwestê serokatiya siyasiya herêma Kurdistanê li hember pêkanîna hikûmeteke hevbeşa niştimnaiya ku girêdayê destûra Îraqê be ji şandeya mêvan ra behis kir.

Back to top button