Kultur

Bi alîkariya Nêçîrvan Barzanî festîvala fîlmên kurdî saz dibe

Sînemakarê Kurd Behmen Qubadî diyar kir ku ew niha bi piştevaniya Nêçîrvan Barzanî mijûlî saz kirina navendeke çandî ya mezin li bajarê Hewlêrê ne ku damezirandina festîvala navdewletî ya fîlma kurdî ye.

Fîlma sînemayê ya “Kes haydarî pişîkên Îranî nîne” ya Derhêner Behmen Qubadî, ji hêla şîrketa “Movyola” ya Japonyayê roja 7’ê Tebaxê li bajatê Tokyo hate nîşan dan û ji hêla bînerên vî welatî pêşwaziyek baş lê hate kirin, piraniya rojnameyên vî welatî rexneyên baş lê girtine û çendîn hevdîtin bi Qubadî re pêkanîne.

Behmen Qubadî di bersiva pisyara yek ji ronamevan de ku pirsîbû, niha rewşa jiyana te çawan e? wiha gotibû, “Ez li Kurdistanê Iraqê û zêdetir li bajarê Hewlêrê me, bi nêrîna min Kurdistanê yek ji cihgirtirîn cihê cîhanê ye, ez piştrastim ku ew bajar û her wiha bajarê Silêmanî dê bibin mezintirîn navendên çandî li Rojhilata Navîn.

Qubadî destnîşan kir ku em di van rojan de bi piştevaniya Nêçîrvan Barzanî mijûlî damezirandin û saz kirina navendeke mezin a çandî li bajarê Hewlêrê ne, biryar e di vê navendê de festîvala mezin ya navdewletî ya fîlman bimeşe.

Qubadî wiha berdewam kir, “Di demek kin dê Hewlêr û Silêmanî bibin bingeha çandî ya hunermendên Îranî ku ji ber astengiyan nikarin hunerê li welat û bajarên xwe de pêşkêş bikin, ji ber ku rewşa pêşketinê bo wan pêk nehatiye, hem di warê muzîkê û hem jî di warê fîlmê de.

(Avestakurd)

Back to top button