Polîtîk

Mîroglû: Di dema qeyûman de siyaseta sivîl û demokrasiyê lawaz bûye

Berî hilbijartinên herêmî parlamenterê AKP Orhan Mîroglû qeyûm û siyaseta qeyûman rexne kir û bal kişand ser xwe.

Endamê MKYK yê AK Partiyê û Parlamenterê Serdema 25 û 26an Orhan Mîroglû, di derbarê qeyûman de daxuyanîyek girîng û balkêş da.

Mîroglû, di derbarê tayînkirina qeyûm û siyaseta qeyûman de ji rojnamevan Cansû Çamlibel re axivî û got: “Ev polîtîkayên ewlekariyê ne zirarê dide AK Partiyê û ne jî fêdeyê dide wan. Şeş heft sal in em vana nîqaş dikin. Birastî ez difikirim ku ev siyaset bi kêrî AK Partiyê nehat, lê tenê bi vê perspektîfê li meselê mêzekirin xelet e, mirov bi perspektîfa siyaseta medenî û demokrasiyê lê binêre helwestek rasyonel e. Ji ber ku di encama qeyûman de bingeha siyaseta sivîl û demokrasiyê li Başûrê Rojhilat xurt nebûye, berovajî wê lawaz bûye“. 

‘Rêvebirên sivîl ji vê rewşê ne razî ne’

 Mîroglû wilo berdewam kir: “Hûn du erkan li ser rêveberê herêmî ferz dikin û ev yek di şert û mercên Başûrê Rojhilat de encamên ku hûn dixwazin dernaxîne. Hûn dibêjin şaredarî, lê endamên meclîsê nîn in. Endamên Meclîsa AK Partiyê jî li dijî qeyûmê ne, ji ber ku ew jî tên hilbijartin û qeyûm ji wan re tên tayînkirin. Birastî jî li Rojava tiştekî bi navê şaredarî, bi vî rengî û çawaniyê nîne. Ez bawer nakim ku rêveberên me yên herêmî jî ji vê rewşê razî bibin. Bifikirin ku li wir waliyek dewletê heye”.

Back to top button