Jîna Mahsa Amini, 22 salî, salek berê di girtîgehê de mir. Mirina wê bû sedema tevgera protestoyên ku Îran serûbinê hev kir.

Malbata Jîna Mahsa Emînî bi qasî hefteyekê berî yekemîn salvegera wefata wê li ser Instagramê parve kir û ragihand ku ewê di 16ê Îlonê de li ser gora Mahsa merasîma bîranîna olî li dar bixin. Malbata Mahsa ev salek e di bin çavdêrîya tund a hêzên ewlehîyê de ye. Hêzên ewlehîyê ne tenê li malbatê temaşe dikin. Di heman demê de li gelek goristanên li welêt tedbîran digire da ku rê li ber kombûna mirovan bigire, ji ber ku ev yek dikare bibe sedema protestoyên mîna salek berê. Malbatên mexdûran di bin zextek mezin de ne.

Ji sala 1979an û vir ve tevgera herî mezin a protestoyê Jina Mahsa Emînî par di gera xwe ya li paytext Tehranê de ji alîyê polîsên exlaqî ve bi hinceta “Li gor rêgezan çarşefa xwe li xwe nekiriye” birin midûrîyeta polîsan. Li Îranê jin neçar in ku di nav gel de şebek li xwe bikin. Piştî çend saetan Jîna Mahsa Emînî di bin çavdêrîya polîsan de rakirin nexweşxaneyê. Tê gumankirin ku jina ciwan di wê demê de bêhiş bûye û hetta miribû. Di daxuyaniya fermî ya piştî 3 rojan de, di 16ê Îlonê de, hate ragihandin ku Mahsa miriye. Xwepêşandanên ku di dema merasîma cenazeyê Jîna Mahsa Emînî de li bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê dest pê kirin, bi lez li seranserê welêt belav bûn. Xwepêşanderên ku piranîya wan jinên ciwan bûn, çarşefên xwe rakirin û nerazîbûn nîşan dan. Di hemû çalakîyan de dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hatin qîrîn. Xwepêşandan, bi beşdarîyek mezin, ji sala 1979an û vir ve veguherî mezintirîn û dirêjtirîn xwenîşandanên Komara Îslamî ya Îranê. Hikûmeta Tehranê bi zext û tundîyek mezin bersiv da. Tevî ku hejmarên rast nayên zanîn, hêzên ewlehîyê li Îranê di xwenîşandanan de di navbera 16ê Îlona 2022an û dawîya Çileya 2023an de herî kêm 527 xwepêşander kujtin, ku li gor rêxistinên serbixwe yên mafên mirovan ji wan 17 zarok

Yek ji guhertinên herî girîng jî di qada giştî de xuyabûna nû ya jinan bû. Ji Şoreşa Îslamî ve îmaja jinê di îdeolojîya dewletê de rolek girîng lîztiye. Jina bê çarşef wek “sembola jiyana rojavayî û xizanîyê” tê dîtin û ji alîyê hêzên kevneperest ve wek êrîşek çandî ya li dijî nirxên Îslamê tê dîtin. Profîla jinê ya ku pergala siyasî derxistiye holê, jinek ku ne tenê çarşefê li xwe dike, di heman demê de teslîmî û îtaat dike jî nîşan dide. Raporên cuda yên ku ji alîyê Weqfa Korbenda Aborî ya Cîhanî (WEF) ve hatine weşandin, teqez dikin ku jinên Îranî bi deh salan rastî cudakarî û zordestiyê tên. Wek mînak di Rapora Cûda Zayendî ya sala 2022an de Îran di nav 146 welatan de di rêza 143an de ye. WEF wekhevîya zayendî di aborî, perwerde, tenduristî û siyasetê de lêkolîn dike. Bi taybetî jî tevlêbûna jinan a siyasî di vê rêzgirtinê de rolek diyarker dilîze. Di dema Şoreşa Îslamî de, meleyan pergala perwerdehîya îslamî kirin, jin neçar kirin ku di nav gel de çarşefê li xwe bikin û xebatkarên çandî û akademîsyenên serbixwe sirgûn kirin an jî girtin. Di dawîya salên 1980î ​​de girtîyên siyasî bi komî hatin darvekirin.

Meclisa Îranê di 22ê Tebaxê de qanûnek bi nakok pejirand ku cezayên tundtir li ser kesên ku qanûna cil û bergên Îslamî binpê dikin, ferz dike. Di rêziknameyên nû de ji ber gelek binpêkirinan heta 15 sal cezayê girtîgehê heye. Weşandina wêneyên jinên bê çarşef li ser înternetê jî tê cezakirin. Her wiha tê plankirin ku derketina derveyî welêt bê qedexekirin. Rejîma meleyan gefa girtina supermarketan, xwaringehan an muzexaneyên ku rê didin jinên bê çarşef dike. Rêveberîya Tehranê îdia dike ku bi qanûna nû “jinên olî wê baştir bên paraztin”. Mînak ji bersûcekî ku heqaretê li jinên servekirî kirine bi 6 meh cezayê girtîgehê û 74 qamçîyan tê cezakirin. Yên ku rêziknameya navborî rexne dikin, destnîşan dikin ku rêveber bi vî rengî hewl didin di nava gel de nakokîyan derxînin.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: