Nivîsar

Mirin ji bo bêdewletbûnê (!)

  Cemal BATUN Di dawiya sedsala 20an de, bi taybetî piştî têkçûna rêjîma BAAS û desthilata Saddam li Başûrê Kurdistanê dengek li cîhanê û di nav Kurdan de bilind bû ku rewşa bindestiya Kurdistanê ber bi hilweşînê ve diçe. Serkeftinên li Kurdistana azad di warên aborî, konsensusa civatî / pirralî, dîplomatîk, infrastrukturî û h w d… hêviyên azadiyê li ba Kurdan bilindtir kirin. Kurdistana azad wekî modelek çareseriyê ji bo Kurdên li perçeyên din ên Kurdistanê jî her derkete pêş. Gava di destpêka sedsala 21an de pêvajoya ”Bihara Erebî” destpêkir û çiriskên xwe avêtin ser bi Suriye de jî, li gelek aliyan baweriya ku sedsala 21an dê bibe – Sedsala Kurd gelek xurt bû. Du perçeyên Kurdistanê ber bi azadî ve diçûn û bi yekitiya xwe Kurdan dikarîbûn xwe bigihînin Deryaya Spî jî… Lê mixabin senaryoya hêvîdar, diyar e wekî dihat / tê xwestin nakeve rê! Birêvebirên têkoşîna çêkdar a Kurd li Suriye û Rojavayê Kurdistanê bi navê PYD, YPG  di hemû daxûyanî hest û helwêstên xwe de didin diyarkirin ku – xebata wan ne ji bo bidewletbûn û azadiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, lê ji bo ”Suriye ya demokratîk e(!)” Ango ewqas şehîd û bedelên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê, ne ji bo bidewletbûn, berewajî – MIRIN JI BO BÊDEWLETBÛNÊ YE (!). Herweha birêvebirên desthilata ”kantonî” ya PYD / YPG di her platformê de tînin ziman ku: ew li dij hatina Pêşmergeyên Rojava ne. Di daxuyaniya xwe ya dawî de Hevserokê PYD Salih Muslim da diyarkirin ku : Pêşmergeyên Rojava derbas bibin, dikare bibe şerê navxweyî yê Kurd(!) Xwest ku ew di nav YPG de cîh bigirin (!) Heman demê tê zanîn ku ji çepên radikal ên Tirk wekî MLSPB heta eşîrên Ereban li Rojava li mil xwedî çek in(!) Muslim diyar nake – çima dê şerê birakûjî di nav Kurdan bikaribe derkeve ger pêşmergeyên Rojava derbas bibin! Pêşmergeyên Rojava sûnd xwarine ku çek li dij brayên xwe yên Kurd bikar neyênîn. Ew ji bo parastina xak, welat û neteweyê xwe li Rojava dixwazin vegerin ser erda xwe. Na xwe – bi van gotinên / daxûyaniyên xwe Muslim dixwaze bibêje ku YPG dê êrîşî brayên xwe yên Pêşmergeyên Rojava bike(!)? Bi daxwaz û hêvî me ku ne wilo be! * * * * * Herweha li Bakurê Kurdistanê rewşek awarte ya gelek dijwar tê jiyandin. Di navbeyna hêzên dagîrker ên artêşa Tirk û gencên PKK yê bi navê YDG – H (Tevgera  xortên welatparêz ên şoreşger) şerek dijwar di nav bajarên Bakurê Kurdistanê tê jiyandin. Di nav van çendîn mehên rewşa awarte de bi sedan hevwelatî û xortên Kurd hatine kuştin. Di heman demê de, her roj  birêvebirên HDP (Partiya Demokrasiya Gel), KCK, DTK, Qendîl bi daxuyaniyên xwe didin diyarkirin ku ew vê berxwedanê ji bo ”Tirkiye ya demokratîk” pêk tînin. ”Xweseriyên demokratîk” ji bo tevayiya Tirkiyeyê dixwazin(!) Ango dîsa –  MIRIN JI BO BÊDEWLETBÛNÊ (!) Hevseroka HDP Figen Yuksekdag berî çendîn rojan bi nîvhenekî (ji ber ku ew bi xwe jî bawer nake!) got: bere xelkê Rize jî, ji bo ”xweseriya demokratîk” berxwedanê bide(!). Na! Xanim Yuksekdag – ne Rize, ne jî Adana (bajarê te û yê Duran Kalkan) bi ya gotinên te / we nakin! Mixabin, gotina te / we li xort û gencên Kurd derbas dibe(!). Ew bedelê didin! Û sed mixabin – ne ji bo bidewletbûna xwe!… Stockholm, 04 Çileya Paşîn 2015______________________________

Back to top button