Civak

Mîra Botan Ciwanên Kurdistanê pîroz dike

Mîra Botan Sînemxan Bedirxan vekirina Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê bi peyamekî pîroz kir.

 

Peyama Rêzdar Sînemxan Celadet Ali Bedirxan:

Ji bo rêzdar Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê

Şaxa Sêrtê

Silavekî Germ!

Ji bo vexwendina we ya beşdarîkirina rêwresmên vekirina Tevgera Ciwanên Kurdistanê ya şaxa Sêrtê, gelek spas dikim.

Bi mixabinî ji ber ku heman rojî li Pêşangeha Pertûkan ya li bajarê Diyarbekir konferanseke min ya bi navê (Zilamek û Zimanek / Bavê Min Celadet Alî Bedirxan) heye, nikarim beşdarî vê rêwresma we ya Tevgera Ciwanên Kurdistanê ya şaxa Sêrtê bikim. Her çende niha ez ne li gel we jî bim, lê bizanibin ku dilê min bi we re ye û ez jî wekî we dilgermim û hevparê vê coşiya we me.

Ez kar û çalakiyên we yên li ser facebookê dişopînim. Lê mixabin hinek caran hevalên we bi Kurdî nanivîsin û bi zimanên biyanî dinivîsin. Ji ber ku wekî bavo di Hawar ê de gotî (ziman şerta heyînê a pêşîn e) heyîn û hebûna xwe bi zimanê xwe bidin nasandin. Û vê gotinê jî tu carî ji bîr nekin: An nebêjin em Kurdin, an jî bi Kurdî biaxifin…

Hêvîdarim ku armanc û kar û xebata komeleya we Kurd, Kurdanî, Kurdistan be û ji bo gelê me yê Sêrtê xizmeteke baş bike.

Sînemxan Celadet Ali Bedirxan
Hewlêr/Kurdistan
24.05.2014

Back to top button