Polîtîk

Minaqeşeya ka gelo kî dê cîyê Talebanî bigire germ dibe

 

Piştî têkçûna rewşa saxlemiya Celal Talebanî sekreterê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û serokomarê Iraqê careke din minaqeşeya ka gelo kî dê cîyê Talebanî di nav YNKê de bigire germ dibe. 

Ka dê kî cîyê talebanî bigire û bibe sekreterê YNKê û serokomarê Iraqê, Çavdêrên siyasî behsa 3 kesên nav serokatiya YNKê dikin. Qismek ji çavdêrên siyasî behsa kurê Celal Talebanî Qubad Talebanî û qismek din jî dibêjin Kosret Resûl ku, nuha cîgirê duyem yê Talebanî ye û beşek din jî yê herî layêq ku, cîyê Talabenî bigire Berhem Salih cîgirê yekem yê Talebanî ye.

Piraniya çavdaêrên siyaî li ser Berhem Salih hemfirin ku, ew dikare, weke sekreterê YNKê û herwesa weke serokomarê Îraqê cîyê Talebanî bigire û ew dinav erebên îraqî jî de hezkirye.

Berhem Salih bi rêya malpera xwe a Facbookê peyamek weşandiye û ew di peyama xwe de dibêje ku, tu kes nikare ciyê Celal Talebanî bigire.

 

Back to top button