Polîtîk

Budceya 2013ê gihişte parlamentoyê

Sefîn Dizeyî berdefkê fermî yê hikûmeta herêma Kurdistanê di daxiuyaniyekê de eşkere kir ku, civata wezîrên hikûmeta herêma Kurdistanê, îro roja pêncşemiyê 20.12.2012ê reşnivîsa budceya sala 2012ê a herêma Kurdistanê, jibona pesindkirinê,  ji parlamentoya Kurdistanê re şand.

Dizeyî ji malpera fermî a hikûmeta herêma Kurdistanê re got: “Piştî budceya Kurdistanê a sala 2013ê bi hûrgilî ji aliyê civata wezîrên Kurdistanê, komîteyên taybendmend û pispor û ji aliyê civata şora ve hatiye minaqeşekirin, îro ji bo pesindkirinê ji parlamentoya Kurdistanê re hat rê kirin.”

 Berdefkê hikûmetê zêdetir behsa budceyê kir û got ku,reşnivîsa qanûna  budceya herêma Kurdistanê a sala 2013ê bi awayekî şefaf û realist hatiye amade kirin û hemû ew saktorên hikûmeta herêma Kurdistanê di karnameya xwe de danane û di xizmeta berjewendiya giştiya hevwelatiyên Kurdistnê de ye di qanûna buceyê de hatine tesbît kirin. 

Dizeyî got: “Me bawerî heye ku, parlamentoya Kurdistanê dê karê xwe li ser budceyê bike û dê berjewendiyên bala yên gelê me û ew karnameya hikûmeta Kurdistanê li pêşiya xwe daneye bo geşepêdan û pêşxistin, îstîqrar, parastina emniyeta Kurdistanê li ber çavan bigire.”

Back to top button