Cîhan

Milletên bê dewlet li jora cîhanê futbolê dilîzin

 

 

Roja Şemîyê (31 gulan) kupaya futbolê ya cîhanî ku milletên bê dewlet li dardixin bi merasimeke fermî li bajarê Östersundê destpêkir.

Bi sedan kes li meydana mezin Stortorget ya Östersundê civîyabûn û li merasima vekirinê temaşe kirin. Stranên gelêrî yên laponî û samîyan meydana Stortorget dagirt. 

Û demeke dirêj paşê jî ciwanên kurd govenda xwe pêşkêş kirin.

Lê merasimê zêde dirêj ajot û piştî sisê saatan Helin Aro derket ser sehnê û ji meydanek vala re strana fermî ya alîgirên Conifayê stirî…lê li meydanê ne alîgir mabûn û ne jî kesek ji bajarê Östersundê.

Bi hêvîyeke mezin roja din em çûn sehaya futbolê Jämtkraft Arena. Maça ewil navbera tîpa penaberên ji Çadê Darfur û Padaniya ya ji bakûrê Îtalyayê bû. Li trîbûna hejmara bîneran ji 30 kesî derbas nedikir – êh çi be jî alîgirên van tîpan li vî bajarê li jora dûnyayê tunebûn û xelkê bajarê Östersundê jî dibe ku serê vê sibeha roja yekşemê hêj di xew de bin û hinek ji wan futbolhezkirin jî li dêrê bin.

Lê dido saat paşê saat 12’an de dema tîpa Kurdistanê bi otobosê hat arenaya fitbolê hêvî ew bû ku trîbûn tije bin…Lê mixabin, ji bilî çend rojnamevan, jhîn xebatkarên tîpa Kurdistanê û ya Aramî-Suryanî, serokê Conifayê û koma govenda ciwanên kurd tu kes li holê tunebûn.

Maç bi heycana bîst alîgrên tîpa Kurdî destpê kir… Tîpa Kurdistanê li hev hatî bû û dijberî ya aramî-suryanî gelekî sîstem dileyîst û êrîş li ser êrîş li dar dixist.

Roja berê hemû tîpên milletên cûda ku li meydana Östersundê civîya bûn gotibûn tirsa wan a herî mezin Kurdistan e, ku dido sal berê li mala xwe bûbû şampîyonê kupaya milletên bê dewlet. Jakop Alan serokê tîpa Suryanîyên Aramî ye ji bo maça bi kurdan re bi heycan bû digot ew zêde derheqê tîpa kurdî de tiştek nizane lê dizane ku gelek ji leyîstik vanên Kurdistanê di tîpên lîgên bilind de dilîzin.

Tîpa Kurdistanê ku bi 23 leyîstikvan, rayêner û serok hatibû Östersundê girîngîyeke mezin didin kupaya milletên bê dewlet Conifayê. Cîgrê serokê yêkîtiya futbolê ya  Kurdistanê Serkan Ali Xan.

Her weha li cem leyîstikvanên kurd jî bi xwe bawerîyek heye û ji bo Necirvan Sukrî Yasin ê ji Duhokê …temsîlkirina Kurdistanê serbilindîyekê ye…û dibêje ne armanc ne tenê leyîstina fitbolê ye lê her weha nasdana Kurdistanê ye û bi ya Neçîrva ev her weha daxwaza heval û dostan bû jî.

Û em vegerin maça li hemberî aramî-suryanîyan li Jämtkraft Arena. 30 deqîqe derbasbûne û tîpa kurdan li hemberî yek qele dilîze. Sê-çar firsetên ku ketin dest revandine lê niha Yunus Şûkir topê di ser qeleparêzê aramî suryanî re davêje û gol dike 1-0 ji bo kurdan.

Û tîpên din dizanin kurd dê bibin reqîbê wan ê herî mezin. Yek ji wan tîpan ku di grûpa kurdan de ye Tamil Elam in. Koordînatorê tîpa Tamîlên Elam ku bi alên xwe yên bi wêneyê piling li meydana merasiba vekirinê amade bû digot tîpa kurdî ya herî zehmet e, û kevne-şampîyon e, lê hîn taktîkên wan heye ka ewê çawa bilizîn ku li hembî kurdan serkeftî bin. 

Dewra yekem ya maça kurdan û arami-suryanîyan 1-0 bi dawî dibe û xûya ye tîpa kurdî bi xwe bawer e, lê tiştek dike ku mirov hinek bi endîşe be…her çendî kurd piranîya maçê hetanî niha li pê qeleya suryanîyan leyîstibin jî ji wan şansên çêkirina golê nikarîbûne îstîfade bikin.

Ji bo serokê Conifayê  Per Anders Blindh favorî tîpa Aramîyên Suryanî ye lê her weha Kurdistan û Padanîya ya ji bakûrê Îtalyayê jiî dikarin îsal bibin şampîyon.

Dewra didûyan… Ev car leyîstikvanên aramî-suryanî bi xurtî lîstik bar dikin alîyê tîpa kurdî ya saheyê…dewra yekê de kurd gelekî serdest bûn û dewra didûyan her çendî kurd dîsa bêtir êrîşkar bilîzin jî aramî-suryanî xwe baş diparê zin û di dij-êrîşên xwe de gelekî lez in. Di yek ji van êrîşan de Suryanî penaltî werdigirin lê her çendî qeleparêzê kurd diçe alîyê şaş jî leyîstikvanê aramî-suryanî nikare golê bavêje û top diçe derve.

Piştî revandina vê şansê mezin gereke tîpa aramî-suryanî ji hêla moral ve têk biçûya lê, çend deqîqe paşê golek davêjin kurdan û maç dibe 1-1.

Tîpa kurdî hîn ji leyîstikvanên xwe diguherîne û rayener Abdullah Mahmûd bi hêrs hewl dide hêz û qewetek din bide leyîstikvanên xwe. Her çendî tîpa kurdî çend şensên din bidest tîne dîsa jî nikare gol bavêje… û ya gola serkeftinê davêje aramî-suryanî ne, di deqîqa 77’an de, golekî din davêjin û encam dibe 2-1 li dij kurdan. Û 13 deqîqeyên maça asayî û di nav 7 deqîqeyên dirêjkirinê de tîpa kurdî tevî gelek şansan nikare gol bavêje û maç bi serkeftina Suryanî-aramîyan bi encam dibe û kêfa leyîstikvanên sûryanî bê sînor e.

Serokê tîpa aramî-suryanîyan Jakop Alan dibêje tîpa kurdî gelekî baş bû, wan gelekî zêde rêz li tîpa kurdî girtin lê piştî dewra yekê fam kirin ku gereke ew bi xwe jî êrîşkar bilîzin û nehêlin kurd nîvsaha wan de her tip top bibezîne û ev taktîkê wan encam da. Lê …Jakop Alan dibêje sebebê serkeftina wan ew bû ku wan ew çend şansên golçêkirinê ku kete destê wan bikar anîn.

Û rayênerê tîpa Kurdistanê Abdullah Mahmûd  ku ji ber têkçûnê gelekî xemgîn e bi serokê tîpa suryanî-aramî re hemfikir e; futbol ne tenê leyîstineke xweş e divê ew wan fersendên çêkirina golê nerevînin.

Û Yunis Şukrî ku gola yekem ya Kurdistanê avêt, ew jî dibêje sebeb ew bû ku zincîra êrîşê ya kurdan sebebê têkçûnê bû.

Roja pêş kurd dê ev car bi tîpa Tamil Elam re bilîze û serokê wê tîpê dibêje wan li hemberî kurdan hazirîyek kiriye…dibêje kurd gelekî bi hêz in, lê leyîstikvanên tamîlî gelekî lez dilîzin û dê hewl bidin pîlanek baş çêkin ji bo bi serkevin.

Belê bajarê Östersundê malovana kupaya cîhanî ya futbola milletên bê dewlet Conifayê ye.

Lê bihêle cîhan, gelê herêmê çiqas ji vê kupayê hayedar e, min vê pirsê ji serokê CONIFAyê pirsî.

Conifa ku weke rêxistineke nû dest bi karê xwe kir gerek e karîbûya desptêkek baş li herêmeke din ya cîhanê bikira. Her çendî ev pêşbirka futbolê li welatê laponîyan samîyan li dar dikeve jî Östersund ku bajarekî spora zivistanî ye û li bakûrê swêdê dûrê wan gelê wan tîpan e, weke suryanî û kurd, ku li bajarek mezin tir û başûrtir dikarîbûn trîbûnan tije bikira…Rêxistina futbola milletên bê dewlet, heger dixwaze deng bide gerek e her weha baştir xwe organîze bike û nebe sebeba sosretên wisa ku hunermenda kurd Helin Aro roja merasibê têxin rêza herî dawî ku strana fermî ya alîgirên Conîfayê ji meydaneke vala ya Stortorgetê re bistirê./Zeyale

 

 

Back to top button