Mike Pompeo nameyek ji Mesruru Barzani re rêkir
Dema Mike Pompeo bûyî wezîrê derve yê Amerikayê, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyek ya pîrozbahiyê jêre rêkirîbû. Pompeo jî bi nameyekî bersiva Mesruru Barzani dide û spasiya wî dike. Herweha Wezîrê derve yê Amerikayê behsa girîngiya pêwendiyên Amerika û Kurdistanî dike.Wezîrê Derve yê Amerîkayê di nameya xwe ya ji bo Mesrûr Barzanî de, tekezî li ser wê yekê kir, ku Amerîka bi berdewamî û bê rawestan ligel tevahiya hevpeyman û hevbeşên xwe têdikoşe ji bo ku ewlehî û aramiya zêdetir li navçeyê û li seranserî cîhanê bi cih bibe û zemîneyeke guncaw ji bo pêşkevtin û asûdebûna gelan were afirandin.Roja 26-04-2018 Mike Pompeo bi fermî weke wezîrê derve yê Amerîkayê dest bi kar bû, ew jî piştî ku serokê Amerîkayê Donald Trump, wezîrê derve yê pêştir Rex Tillerson ji wê postê dûrxist.