Serokên Amerîka, Brîtanya, Fransa, Almanya, Îtalya û Kanadayê ji bo 49emîn Lûtkeya G7 ku roja Înê dest pê dike, gihîştin Hîroşîmaya Japonyayê.
Di lûtkeyê de endamên xwedî berjewendiyên siyasî, aborî, dîplomatîk û leşkerî wê ji bo xurtkirina tifaqê dîtinên nû pêşkêş bikin.
Amerîka ku endamê herî hêzdar û dewlemend ê girûpê ye, dixwaze aloziyên bi Çîn û Rûsyayê re û metirsiya ku dibêje her du welat li ser ewlehiya cîhanê çi dikin, bîne ser maseya danûstandinan bi hevalbendên xwe re.
Serokwezîrê Japonê di vê derbarê de dibêje: “Hevbendiya Japon-Amerîka stûna aştî û îstiqrarê ye li herêma Hind-Pasîfîkê. Hevbendiya Japonya-Amerîka ne bi ewlehiyê ve sînordar e, lê ew berfireh e. Em pêşwaziya pêşkeftina bilez a koordînasyona Japonya-Amerîka dikin,” Civîna komê ya li Hîroşîmaya Japonyayê, peyama hegemonyaya leşkerî û dîplomatîk a DYA û rojavayî ya li herêma Hind-Pasîfîkê ji Moskow, Pekîn û Pyongyangê re dişîne.
Êrîşa leşkerî ya Moskowê li ser Kîevê, berfirehkirina qada bazirganiyê ya Çînê li ser nexşeya cîhanê û şiyana navokî ya Koreya Bakur sê mijarên sereke yên lûtkeyê ne.
Her çend G7 îdia dike ku rêgeziya wê ya dîplomatîk ber bi aştî û aramiya herêma Hind-Pasîfîk ve ye, hin vekoler vê yekê wiha şîrove nakin.
Komîko Haba wiha got: “Ukraynayê ji welatên Ewropaya Rojava û Amerîkayê gelek çek wergirtiye. Heke şer dewam bike dê ji Rûsya û Ukraynayê zêdetir însan bimirin. Ji ber vê yekê rênîşandana Koma Heftan bi min nayê qebûlkirin.”
Hiditoshi Tashiro, aborînasê Japonî, got: “Ev lûtke dê tiştek neke ji bo aramkirina aboriya cîhanê an rêgirtina li qeyranek aborî ji ber ku ew tenê pêşandanek siyasî ye.”