CîhanRojev

Derengmayînek din wê zirarê bide bawerîya gel

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Iraqê Jeanine Hennis Plasschaert, di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de axivî û got: “Derengmayînek din wê zirarê bide bawerîya gel”.

Nûnera Taybet a Neteweyên Yekbûyî Plasschaert di, civîna Konseya Ewlekarîya Neteweyên Yekbûyî de li ser rewşa Iraqê daxuyanî da.

Plasschaert, amaje bi wê yekê jî kir, ku alîyên siyasî bi hewlên Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîvan Barzanî vegerîyan ser maseya diyalogê û got ku bi saya vê hewldanê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Kubat Talebanî civîyan.

Plasschaert, bi berdewamî anî zimên û got: “Hêvîdar im partîyên siyasî gavekê bavêjin, nakokîyên xwe bidin alîyekî û ji bo berjewendîya neteweya xwe kar bikin. Pêdaçûna dîrok û erdnîgarîya Herêma Kurdistanê pêwîstîya bilez a çareserîyek bi îstîqrar zêdetir dike. Hilbijartinên Herêma Kurdistanê gelek dereng man.Derengmayînek din wê zirarê bide bawerîya gel”.

Plasschaert, bal kişand ser wê yekê ku gendelî bandorek neyênî li ser rewşa Herêma Kurdistanê û Iraqê kiriye û divê di rewşa siyasî de piştgirîya ji bo aramîya siyasî bê zêdekirin û got: “Ji ber ku Iraq niha tenê pişta xwe bi petrolê ve girê dide û pêwîstîya wê bi pêşxistina amûrên din yên dahatê heye”.

Nûnera NY amaje bi wê yekê jî kir, ku Hewlêr û Bexda li ser hinartina petrolê rêkeftinek demkî kirine û got: “Ji ber biryara Dadgeha Parîsê ya rawestandina hinartina petrolê, Iraqê bi milyonan dolar ziyan dîtiye”.

Back to top button