CîhanRojev

Mihemed Bin Zayd cejne pîroziyê li Serok Nêçîrvan Barzanî kir

Serok Nêçîrvan Barzanî peywendiyeke telefoniyê ji aliyê birêz Şêx Mihemed Bin Zayd El Nehiyan Cîhnişînê Ebudabî û Cîgirê Fermandeyê Giştî yê Hêzên Çekdarên Îmarat ve pêgihişt.

Li vê peywendiyê da birêz Şêx Mihemed Bin Zayd pîrozbahiya hatina cejna Qurbanê li Serok Nêçîrvan Barzanî û gelê Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê xwest.

Ji aliyê xwe ve birêz Serokê Herêma Kurdistanê ji bilî spas û cejnepîroziyê, hêviya xweşbextî û pêşketinê ji bo cenabê wî û gelê Îmarat û berdewamiya peywendiya dostaneya her du gelê Kurdistan û Îmaratê xwest.

Back to top button