Polîtîk

MHPê û DEMê serdana hevûdin kirin

Di pîrozbahiyên cejnê yên di navbera partiyên siyasî de îro yekem car hat Gavek nû hate avêtin. Di çarçoveya pêvajoya ku piştî peyama Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya “Tirkiyeya Bê Terorê” dest pê kir, MHP û DEMê cara ewil li Enqereyê Cejna hev pîroz kirin.
Heyetên DEM û MHP’ê yên ku di pêvajoya ku piştî banga Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ya bi navê “Tirkiyeya Bê Terorê” dest pê kirî de 2 hevdîtin pêkanîbûn. Niha jî ji bo cejnê hatin ba hev.

Heyeteke MHP’ê serdana Partiya DEM’ê, heyeta DEM’ê jî serdana Navenda Giştî ya MHP’ê kir. Endamê MHP’ê Îsmet Buyukataman di serdana Navenda Giştî ya DEM’ê de ev daxuyanî da; “Îro cejn e, rojeke ku dostanî û biratî serdest e. Weke MHP di vê cejnê de bi nirx û biryarên Serokê me yên birêz me berê xwe gelekî berfireh kir.

Daxûyaniya xwe de berpirsê MHPê got: Wek hûn jî dizanin CHP li Stenbolê bernameyeke cuda li dardixe û dibêje ku me bernameya xwe ya cejnê betal kiriye. Ji xeynî wê em dixwazin Cejna Remezanê li hemû aliyên siyasî pîroz bikin, Di wê çarçoveyê de em serdana Partiya DEMê dikin.

Back to top button