Mewlanayê Rûmî ji Kerkûkê ve hate nasîn
Mewlana Rûmî yek ji navdartirîn û bandortirîn kesayetiyeke cîhanê ye ku roj nîne tiştekî wî li ber çavên me nekevê, bi her aliyek da çav digerê wêne û helbest û gotineke wî pêktînî. Lê belê berê neku her “Mewlanayê Rûmî” nasnedikirin, belku ji bilî destebijêrek ji şaîr û nivîskar, her navê wî jî nebihîstibûn heta sala 1979 yekemcar li Başûrê Kurdistanê ji aliyê nivîskar û wergerê navdar Ehmed Taqane kitêbekî 36 rûpelî ya bi navnîşana “Celaledînê Rûmî û Sirûda Ney” çap û pexş kir.
Ew kitêba Ehmed Taqane pêkhatiye ji pêşgotin û lêkolîn û guherîna şî’ir, kitêb ji van beşan pêkhatiye: Pêşekî, jiyan û serhatî, wergerên çendîn şî’irên Mewlana û şîrovekirina wan, rêbaza olî ya zîkra Mewlewî û nasandina hemû berhemên Mewlana, wergera naverok û şîrovekirina şî’ira Sirûdê Ney. Taqane bi awayeke giştî û ji bo wê serdemê, hem li warê nasîna Mewlana û hem li warê wergerandina helbestên wî, gelek bi zîrekane babetan hilbijartiye.
Hîç şaîrekî sofî ji Celaledînê Rûmî ku bi Mewlana hatiye nasîn bi nav û dengtir tûneye
Mamosta Heme Seîd Hesen li nivîsîna babetekî da bi navnîşana “Karîn li zeryaya eşqa xwedê da” di derbarê bandora Mewlana ya li ser Hêmin, dibêje, “hîç şaîrekî sofî ji Celaledînê Rûmî (1207–1273) ku bi Mewlana hatiye naskirin, bi nav û dengtir tûneye”. Ji bilî wê yekê ku şî’ir, şeydayê muzîk û semaya bazneyî ya sofîyane jî bû û bi vê yekê jî li xweda nêzîk dibû.
Nalîna Ney ku çîroka veqetîna bilûrê ji qamîşan vedibêje û Ehmed Taqane kiriye Kurdî, yek ji şî’irê herî navdarên Mewlana ye.
Nalîna Cûdayî ya Hêmin, bi îlham wergirtina wê şî’irê Mewlana hatiye nivîsîn bandora Rûmî li ser Hêmin ji çend beytekî şî’irên wî pêkhatiye ku hilkişandiye şî’irên xwe û bi awayê krokî û form û stila helbestê ve jî diyare. Ehmed Taqane pêşekiyekî xweşik ji bo şî’irê Mewlana nivîsiye û bi destê wergerandinê ve gelek westiyaye.
Helbet Mewlana bi bandora Şemsê Tebrîzî yê zanayê olî ve bûye şaîrekî sofî. Li gor Şems ji pile û meqama eşqê û evîniyê derbaskiriye û gihîştiye pileya mehbûbê. Eve jî li cem melayên wê demê gelek xerîbe eşqê xwedayî, kufre. Mewlana li vî derbarî de gotiye:
Ey şems rûyê tê li rojê diçin
Tu biçî kûderê,
Dil jî dibêje bi hevre û
Diçe heman cihê.