Polîtîk

Mevlût Yakut: PKK piranîya dahata xwe ji maddeyên hişbir qezenc dike

Serkonsûlê Tirkîyê yê li Hewlêrê Mevlût Yakut diyar kir ku PKK piranîya dahata xwe ji bazirganîya maddeyên hişbir distîne.

Mevlût Yakut li Hewlêrê beşdarî Konferansa Têkoşîna li Dijî Maddeyên Hişbir bû û di axaftina xwe de got: “PKK li Ewropayê bi kontrolkirin, bazarkirin û bazirganîya tiryakê re têkildar. Rapora Europolê û mueyîdeyên ku ji teref Xezîneya DYE ve li ser rêvebirên rêxistinê hatine sepandin vê yekê eşkere dike”.  Yakut diyar kir ku dahata ji bazirganîya tiryakê tê bidestxistin di çalakîyên terorê de tê bikaranîn û destnîşan kir ku li Tirkîyê ji ber qaçaxçîtîya tiryakên li kuçe û kolanan hinek kes PKKî ne.

Mevlût Yakut daxwaz ji hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku di navbera Herêma Kurdistanê, Iraq û Tirkîyê de ji bo rêgirtina li bazirganîya maddeyên hişbir bi rêya danûstandina zanyarîyan û şerê li dijî terorê, hewlên xwe zêdetir bikin.

Back to top button