Metirsîya tevlîbûna cîhadê zêde dibe
– Ez ji pêşveçûnên rû dane gelekî xemgîn im. Van hefteyên dawîyê li herêma Stockholmê min gelek kesan dîtin. Li Rinkebyê dê û bavên ji Somalîyayê ji ber çûndina zarokên li herêmê ji bo şer behsa xemgînî û tirsên xwe kirin.
Bi ya Ullenhag gelek ji wan ciwanên diçin şerê Sûrîyê nizanin ka cehenemeke çawa li bendî wan e. Û yên ku dê karibin veger vir dê bibin mirovên pirsgirêkên gelek mezin yên derûnî.
Li gorî hejmarên Yekîtîya Ewrûpayê heta îro 3 000 kes ji Ewrûpayê tevlî şerê li Sûriyê bûne. Piranîyeke mezin ya ji wan kesên îslamî ne û tevlî rêxistinên îslamîxwaz bûne. Ji Swêdê jî hetanî niha li gorî reqemên îstixbaratê Säpoyê 80 kes tevlî şerê li Sûrîyê bûne û vê dawîyê her weha jin jî tevlî dibin.
Gelek ji van kesên tevlî rêxistinên terorîstî yên wekî DAÎŞ û Cepheya El Nusrayê dibin bi ser Tirkîyê re derbasî Sûrîyê dibin.
Erîk Ullenhag ê ku dê di serdana Tirkiyê de bi wezîrê hundir Efkan Ala re dê hevdîtinek pêk bîne dibêje ew hewl didin rê li ber çûndina şerê Sûrîyê bigirin.
– Ez dixwazim guhdarî bikim ka Tirkiye li ser mijarê çi dibêje.Divê em jï li Swêdê bifikirin ka em dikarin bêtir çi bikin ji bo rê li ber 18-19 salîyan bigirin ku ji bo tevlî şerekî bibin malbata xwe diterikînin. Dema tiştek wisa dibe ev ji bo civaka me têkçûnekê ye. Van mirovan gava ku vedigerin Swêdê yan jî Ewrûpayê dibimin kesên gelekî bi talûke. Lê ezê bipirsim ka hikûmeta tirk di vî warî de çi dike.
Wezîrê entegrasyonê dibêje ya rastî ev mesele ne girêdayî maseya wî ye, lê ewê nêrîna Tirkiyê wergire û ji hikûmeta xwe re rabighîne. Bi ya Erik Ullenhag divê swêd karê pêşîgirtinê bêtir xurt bike û nehêle ku ciwanên îslamî li Swêdê ewqas radïkal bibin ku bixwazin tevlî şer bibin.
Gelek kes di wê bawerîyê de ne ku heger zext li ser Tirkiyê bê kirin ku sînorên xwe bigirin wê demê dê ne zêde kes rê bibînin ku tevlî şer bibin?
– Ev dikare çareserîyek be. Divê ez vê yekê bi hemkarên xwe yên nava hikümeta swêdî re nîqaş bikim û em bigihin qeneetek ku em helwestek çawa bigirin, dibêje Ullenhag.
Lê bi ya Erik Ullenhag pirsgirêka bingehîn ew e ku mirovek ku bi hovîtî dixwaze tevlî şer bibe tu nikarî bi girtina sînoran rawestînî.
Ji ber vê yekê pêwîst e bi wan mirovan re ku li Swêdê radîkalîze dibin gavekî zû têkilî were danîn. Elbet bi rêbazên polîsîye û acîl girtina sînoran dikare çareserîyek be. Lê ev li dijî kesên demek ji mêj ve radîkal bûne çareserîyeke derengmayî ye.
Pêşnîyaza Erik Ullenhag ew e ku mirov wan kesên radîkalïze dibin di kêlîyeke mëj de bigire dest û bi hevkarîya mizgeft û daîreya xizmetên civakî wan bikşîne ser rêya rast.
Ullenhag dibêje şoqek mezin e ku kesên li Swêdê mezin bûne hazir in tevlî şer bibin.
– Di dîroka Swêdê de mînak hene ku xelk tevlî şerên li welatên din bûne. Weke mînak şerê hundirîn yê Îspanyayê û di dema cenga dûemîn ya cîhanê de şerê Fînlandyayê ya bi rûsyayê re. Lê ew kesên tevlî wan şeran bûn di vegerê de weke qehreman li Swêdê hatin pêşwazîkirin ji ber ku wan ji bo tiştekî baş xwe feda kiribû û Ullenhag ne bawer e ev tişt ji bo cîhadxwazên tevlî şerê Sûrîyê bûne derbas dibe Van kesan di şerekî gelekî tevlîhev de cîh digirin. Bi ya min gelekî zehmet e.
* Erik Ullenhag bi mebesta merasima wezîfekirina konsolosek fexrî li bajaroka Kuluyê ya girêdayî Konyayê sibê rêwîyê Tirkiyê ye. Sebebê wezîfekirina konsolosek fexrî ew e ku îsal dibe 50 sal ku jimarek zêde kurd û tirk ji Kuluyê weke karkerên mêvan hatibûn Swêdê. Raporek li ser vê mijarê em roja înê diweşînin.
Zana Schiroyi/Zeyale
[email protected]