PolîtîkRojev

Mesrûr Barzanî:Me ligel Wezîrê Enerjiyê yê Tirkiyê behsa destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, ligel Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar, tekezî li ser pêwîstiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê kirine.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di parvekirinekê de li ser tora civakî ya Xê (Twitter) ragihand: “Me ligel Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar behsa pêwîstiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê û nehiştina hemû astengiyên li ber vê mijarê kirin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir: “Me tekezî li pêşvebirina pêwendiyên bazirganiyê, bi taybetî hevahengiya di warê enerjiyê de kir.”

Roja Pêncşemê 24ê Tebaxa 2023an, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan kir û di hevdîtinê de ku Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Sirûştî yên Tirkiyê Alparslan Bayraktar amade bû, geşedanên herî dawî yên Iraq û navçeyê û pêşvebirina pêwendiyên dualî hatin gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, di civînê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezî li girîngiya bihêzkirina pêwendiyan ligel Tirkiyê di warê danûstandina bazirganiyê û hêsankarîkirina hatûçûn û geştyarên her du aliyan de kir.

Herwiha mijareke din a civînê taybet bûye bi pêwîstî û girîngiya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya Bendera Ceyhanê ya Tirkiyê û nehiştina hemû astengî û kêşeyên li ser vê mijarê, ji ber ku rawestana hinardekirina petrolê, ziyan gihandiye hemû aliyan.

Back to top button