Mesrûr Barzanî û Balyoza Amerîkayê rewşa Iraqê gotûbêj kirin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 14ê Berfanbarê, pêşwazî li Balyoza Amerîkayê ya li Iraqê Alina Romanowski kir.
Di civînê de li ser rewşa giştî ya Iraqê û pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê gotûbêj hat kirin.
Herdu alî hevnêrîn bûn li ser girîngiya çareserkirina kêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrê û rêkeftina aliyan ji bo pêkanîna hikûmetê û bernameya wezarî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî amaje bi wê yekê kir ku gotûbêj û danûstandina navbera Hikûmeta Herêmê û Hikûmeta Federal berdewam e ji bo gihîştina rêkeftina hemû alî û dadperwerane ya li ser hemû kêşeyan ku maf û heqên destûrî yên Herêma Kurdistanê dabîn bike û di berjewendiya hemû welatiyên Iraqê de be.
Çaksaziyên Wezareta Pêşmerge û cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û zemînsaziya ji bo asayîkirina rewşa navçeyê û vegera awareyan bo cih û warên wan, mijarên din ên civînê bûn.