Mesrûr Barzanî serbixweyî ji bo dîplomasiyeta Kurdistanê dirust dike
Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Kurdistanê roja yekşema derbasbûyî serdana Urdinê kir û li gel Şah Abdulahê duyem Paşayê Urdinê li Koşka Serokayetiyê civiya. Serdana Mesrûr Barzanî li çarçêweya girîngîdana bi hêzkirina peywendiyên navdewletiyên Kurdistanê û çalakiyên dîblomasiyên berfireh li du mehên derbasbûyî de, serbixweyî ya pêwendiya navdewletiya Kurdistanê daye.
Herêma Kurdistanê îsal wekî ku şareza balê dikşînin ser, li nexşeya navçeyê da wekî hêlekî girîngê guhertin û agahdarbûna ji rûdanên seyr tê kirin. Ji bo wê yekê civînên Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Kurdistanê Munich û paşê Vatîkan û heta serdana Urdinê jî wekî hengavekî mezin didin zanîn.
Berpirsê Fermangeha Peywendiyên Herêma Kurdistanê dûpat dike, ew serdan hengavên Kurdistanê mezintir dikin û li gor dem û rêkxistina karan, li paşarojê de komek serdanên girîngtir ji bo welatên cîhanê encam dide.
Sefîn Dizeyî li vî derbarî de ragihand: Karnameya Hikûmeta Herêma Kurdistanê eweye peywendiyên dû aliyên li gel welatên din pêşbixe, Urdin yek ji wan welatane peywendiyekî kûr li gel Herêma Kurdistanê heye.
Dizeyî ku li gel Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Kurdistanê li Urdinê bû, balê dikşîne li ser wê yekê ku serdana Urdinê li ser vexwendina fermî ya Şahê Urdinê Abdulah Husên bû. Dûpat jî kir “armanca serdanê nirxandina aloziyên navçeyê û mijara serekiya guftûgoyan jî şîrovekirina aloziyên Sûriye û Iraqê, şerê berevanîkirina terorê bi taybet Da’îş bû”.
Her wiha dide zanîn ku “Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Serokayetiya Mesrûr Barzanî, li van heft mehên destbikar bûye, komek serdanên baş encam daye, her ji nêzîktirîn cîran ku tirkiyê ye, Îtalya û Vatîkan, Kongreya Munich ya Asayîş, ji wir ve civîneke gelek baş encam da li gel serkirdeyên cîhanê. Bi piştrastiyê ve plana serdana welatên din jî li gor rêkxistina deman dibê”