Mesrûr Barzanî peyameka pîrozbahiyê ji Mesûd Pizîşkiyan rêkir
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî nameyeke pîrozbahiyê ji Serokê hilbijartî yê Komara Îslamî ya Îranê Mesûd Pizîşkiyan re şand.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di nameya xwe de got: “Bi navê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikim, bi boneya wergirtina baweriya gelê Îranê û hilbijartina we, wek nehemîn Serokê Komara Îslamî ya Îranê.”
Herwiha ragihand: “Em hêviya serkeftinê ji we re dixwazin û hêvîdar in plan û bernameyên kabîneya we, geşepêdan û pêşkeftina zêdetir ji gelên Îranê re bîne. Herwiha peywendiyên aborî, siyasî û çandî yên Komara Îslamî ya Îranê li gel Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê bi giştî, pêşketinên berçav bibîne.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hevkar dibin û dixwazin li ser bingeha rêzgirtin û dostaniya dualî, baştirîn pêwendiyên me bi Komara Îslamî ya Îranê re hebin û bi hev re kar ji bo aştî, aramî û pêşkeftinên zêdetir li navçê de bikin, bi taybetî em têkiliyên bazirganî û aborî bipêş bixin, da ku asta jiyana welatiyên xwe baştir bikin.”
Amaje bi wê jî kir, “Herêma Kurdistanê û Îranê peywendiyeke wan a demdirêj heye ku dikare bibe zemîneke guncayî ji bo hevtêgihîştina zêdetir, nehîştina her astengî û pirsgirêkan û danîna peywendiyên ku hêviyên her du aliyan pêk bîne.”