
Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di şeşemîn salvegera komkujiya Êzîdiyan ya li Şingal û derdora wê, peyameke belav kir û tê de ragihand, bi xem û kovan şehîdên wê komkujiyên bi bîr tînin ku di encama êrîşa dirinde ya DAIŞê de, bi hezaran mirovên bêtewan bi komî hatin kuştin û revandin û koçber bûn.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di peyama xwe de dibêje: Tevî hemû wê karesat, ferman û komkujiya bi serê xûşk û birayên Êzîdiyan hatiye, lê bi berevanîkirina li ziman, nasname, kultur û ola xwe berdewam in.
Mesrûr Barzanî tekeziyê li wê dike, pêwîst e bi rêz qurbanîdana Pêşmergeyên qehreman di rizgarkirina Şingal û derdora wê de bi serperiştiya Serok Barzanî bi bîr bîbin, herwiha helwesta xelkê Kurdistanê di hawarhatina xûşk û birayên me yên Êzîdî de bilind dinirxînin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pêwîstî dizane, Pêwîst e hemû alî hevkar bin ji bo avadankirin û asayîkirina rewşa Şingalê, bi awayekî ku ti hêzeke çekdar a biyanî û mîlîşya li Şingalê nemînin û hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal ji bo parastina asayişa wan navçeyan hevaheng bin.
Herwiha daxwaz ji hikûmeta federalî dike, xwişk û birayên Êzidî qerebû bike, alîkariyê bi koçberan bike û zemînê xweş bike, ji bo ew bi serbilindî vegerin navçeyên xwe.
Roja 3ê Tebaxa 2014an, piştî ketina Mûsilê û radestkirina bajêr ji aliyê artêşa Iraqê ji teroristên DAIŞê re, çekdarên DAIŞê êrîşî ser Şingalê kir û dagîr kir, bi hezaran xwişk û birayên Êzidî kuştin û revandin, herwiha bi hezaran jî koçber bûn.