Polîtîk

Mesrûr Barzanî: Pêwîste dengê çekan bê birîn û yê aşitiyê bê bilind kirin

 

Mesrûr Barzanî endamê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê û serokê Parastinê di peyamekê de ku. Di malpera xwe ya Facebookê de weşandiye, êrîşa hovaneya balefirên şerî yên Tirkiyeyê bi ser gundiyên devera Şirnexê û kuştina 35 kurdên sivî şermezar û mehkum dike:

Mixabin di saetên dawiyê yên sala zayînî de, xelkê sivîl û bêdesthilatê devera Şirnexê rastî êrîşeke neheq hatin û serê sibeha 29.12.2011ê di êrişeka balafirên arteşa Tirkiyeyê ya li ser hevwelatiyên gundê Robozkê û Bêjey li devera Şirnexê ku di encamê wê êrîşê de 37 hevwelatiyên kurdên sivîl şehîd bûn û nêzîkî 15 kesên din jî heta nuha bêserûşûn in. Em vê êrîşê şermezar û mehkum dikin û tu hêceteke bo êrîşkirina ser xelkê sivîl nayê qebûl kirin.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de hevxemiya xwe bo malbatên qurbaniyên vê karesatê nîşan dide û hêvî dike ku evxema wan a dawiyê be. 

Endamê polîtbûroya KDP di berdewamiya peyama xwe de tekîdê li ser bilinkirina dengê aşitiyê, pêkvejiyanê û hevqebûlkiirnê dike:

Pêwîste dengê şidetê û çekan bê birîn û dengê aşitiyê, pêkvejiyanê û hevqebûlkirinê bê bilind kirin û her bi vê rêyê tevaya gelên deverê dê ber bi pêşkeftin û jiyaneke xweş pêngavana pavêj in. 

Barzanî di dawiya peyama xwe de hêvî dike ku di pêşerojeke nêzîk de zimnaê aşitî û diyalogê bi ser zimanê çek û gefam de serbikeve.

 

Back to top button