Polîtîk
Mesrur Barzanî pêşwaziya serokê HUDA-PARê kir
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ligel şandek bilind a Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) bi Serokatiya Serokê wê partiyê Ishak Saglam civiya.
Di civînê de, tekezî li ser giringiya xebata aştîxwaz a gelê Kurd û rêzgirtin li daxwazên wê yên rewa û çareserkirina dadperwerane ya pirsa Kurd hate kirin, ku fakterê sereke yê aştî û aramiyê li navçeyê ye.
Herwiha amaje bi giringiya pêwendiyên dostane yên gelê Kurdistanê û gelên navçeyê hate kirin.