Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt Hewlêrê û ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.
Îro 3ê Cotmehê Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî gihîşt Hewlêrê û li Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê, ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwazî lê hate kirin.
Kazimî îro li Hewlêrê beşdarî merasîma salvegera koça dawiyê ya Serokomarê Iraqê yê berê û Sekreterê Giştî yê Yekîtina Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî dibe.
Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, Kazimî di vê serdanê de, pêşhatên dawiyê yên meydana siyasî ya Iraqê û pirsa pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê ligel her ye ji Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî gotûbêj dike.