Polîtîk

Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyetek xwendekarên 13 zanîngehên Almanî kir

 

Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyetek xwendekarên 13 zanîngehên almanî kir

Îro (07-03-2012)  li Selahedînê, Mesrûr Barzanî pêşwaziya heyetek xwendekarên kolêjên maf, ragihandin û zanistên siyasî yên 13 zanîngehên  Almaniyayê kir.

Ev heyet han ku, di bin navê zivrîn li Rojhilata Navîn de serdana Kurdistanê kiriye armanca xwe ji vê serdana han diyar kir û ku, ji bona hayedarbûn ji rewşa Kurdistanê û pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê ye.

Di hevdîtineke de ku, berpirsê, sekreter û hijmarek ji endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê jî tê de amade bûn, Mesrûr Barzanî di çarçoweya semînarekî vekirî de bo xwendekarên mêwan balkêşande ser çend babetên girîng yên peyvendîdar bi rewşa Kurdistan, Îraq û deverê ve.

Mesrûr Barzanî endamê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û serokê Parstina Kurdistanê di axavtina xwe de  behsa çewaniya pêşkeftina desthilat û hikumdariyê li Kurdistanê kir ku, piştî serhildana gelê kurd bingeh û esasên hukimdariya Kurdistanê  li gorî rêgez û pîwerên demokrasî hatine danîn û her çend kêşe û astengiyên gelek zêde jî hebûne lê ezmûna Kurdistanê kariye  xwe weke modelek baş bo deverê bide qebûl kirin.

Di derbarê rewşa Îraqê, bi taybetî Îraqa piştî hilweşnadina rejîma Basê,  Mesrûr Barzanî diyar kir ku, gelê kurd di avedankirina Îraqa nû de rolek gelek girîng lîstiye û destûra bingehîn ya Îraqê jî yek ji berhemên girîng yên vê rola han e û diyar kir ku, destûra Îraqê niha jî esaseke serekeye ji bo domandina bihevrejiyanê di Îraqeke  yekgirtî de.

Barzanî di dirêjahiya axavtina xwe de ev yek jî got ku, girêdayîbûn bi destûra bingehîn ya Îraqê merca sereke ya başbûna rewşa Îraqê û çareserkirina kêşeyên heyî bi rêya diyalog û rêbazên demokratîk e.

Di derbarê guhertinên li deverê diqewimin ku,  wan guhertinan zêdetir ji salekêye dest pê kirine, Mesrûr Barzanî diyar kir ku, kurd piştgîriya daxwazên reva yên gelên herêmê dike û  pêşkeftina demokrasîyê li deverê xizmeta doza reva ya gelê Kurd dike.

Xwendekarên mêwan jî di derbarê rewşa Kurdistan, Îraq û guhertinên li deverê çê dibin çendîn pirs pêşkêşî Mesrûr Barzanî kirin û pişt re jî Barzanî bi awayekî berfire bersiva wan pirsan de.

 

Back to top button