PolîtîkRojev

Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke bilind a CHPê kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 5ê Îlona 2021ê, pêşwazî li şandeke bilind a Partiya Gel a Komarî ya Tirkiyê (CHP) bi serokatiya Cîgirê Serokê wê Partiyê Oguz Salici kir.

Di hevdîtinê de, pêşvebirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de hatin guftûgokirin.

Cîgirê Serokê Partiya Gel a Komarî Oguz Salici, silavên Serokê partiya Kemal Kilîçdaroglu gihandin û xweşhaliya xwe nîşan da ku yekem car e şandeke bilind a Partiya Gel a Komarî serdana Herêma Kurdistanê dike.

Herwiha Salici got: “Armanca me ji vê serdanê, bihêzkirina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê û nîşandana bîr û nerînên Partîya Gel a Komarî derbarê çend pirsên cihê bayix û giringiya hevbeş de ye.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku Tirkiye cîran û welatekî girîng ê navçe û cîhanê ye û Herêma Kurdistanê faktereke aramiyê ye li navçeyê û her dem xwazyar e baştirîn pêwendiyên wê bi Tirkiye re hebin ku welatekî firehnetew, ol û pêkhateyên cuda ye, ev jî nîşaneya dewlemendiya wî welatî ye.

Back to top button