FlaşPolîtîk

Mesrûr Barzanî: PDK endazyara vejandin û pêşkeftina Kurdistanê ye

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî bi helkefta 16ê Tebaxê, salvegera jidayikbûna Serok Barzanî û damezrandina PDKê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de ragihand: “PDK û Serok Barzanî hêvî, cihê baweriya xelkê Kurdistanê û garantiya parastina Herêma Kurdistanê ne.”

Peyam a Mesrur Barzanî:

Bi helkefta 16ê Tebaxê, salvegera jidayikbûna rêber û serkirdeyê me yê neteweyî û bavê min ê xweşevî cenabê Serok Barzanî û salvegera 80ê ya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), ez germtirîn pîrozbahiyan li cenabê Serok, binemal û kesûkarên serbilind ên şehîd û enfalkiriyan, Pêşmergeyên mêrxas û qehreman ên Kurdistanê, endam, alîgir û dostên Partiya Demokrat a Kurdistanê û hemî Kurdistaniyan dikim.

Bîranîna damezrandina kevntirîn, mezintirîn û bihêztirîn partiya Kurdistanê li ser destê rêberê dîrokî û bavê ruhî yê gelê me Mistefa Barzanî yê nemir, yek ji geştirîn roj û bîranînên dîroka gelê me ye.

Partiya Demokrat a Kurdistanê, di bin sîber û rêberiya Serok Mesûd Barzanî de, berdewamkera rêbaza pîroz a Barzanî yê nemir e û li ser tomarkirina dastan û destkeftiyên mezin û dîrokî berdewam e, ku cihê serbilindiya her Kurdistanîyekê dilsoz e.

PDK û Serok Barzanî hêvî û cihê baweriya xelkê Kurdistanê û garantiya parastin û pêşxistina ewlehî û aramiya qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê û çanda pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên Kurdistanê de ne û endaziyarên vejandin, avakirina û pêşkeftina Kurdistanê ne.

Di salvegera 16ê Tebaxê de, em bi rûmet, rêz û hurmeteka zêde bîranîna damezrînerê PDKê Barzaniyê nemir û Kek Îdrîsê herdem libîr û serkirde û tevahiya xebatkar û şehîdên Kurdistanê dikin.

Herdem birûmet be bîranîna 16ê Tebaxê.

Mesrûr Barzanî

Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê

16/8/2026

Back to top button