Mesrur Barzanî: Li Kurdistanê 11 hezar zarokên sêwî heye
Rêkefta 11/12/2012 li bajarê Hewlêr, bi amadebûna rêzdar Mesrur Barzanî û hejmareke ber bi çavê sermayedar û dewlemendên Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşa duyema projeya Ezîzan (Bi bavkirina zarokên bê bav) ragihand, ku bi hevkariya çend sermayedarekî Kurdistanê mehane hevkariya zarokên bê bav û dayik dikin.
Li destpêka vekirina rêwresmê, bi deqîqeyek rawestana ji bo giyanê pakê şehîdên Kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê Nemir û Kake Îdrîsê herdem zîndî û paşê birêz Mesrur Barzanî gotarek pêşkêş kir û têda balkişand li ser girîngiya projeya çavdêriya ezîzên li Herêma Kurdistanê kir û ragihand: Bi sedema xerapiya pêvajoya berê ya Herêma me hejmareke zêdeyê malbatan dayik yan bavên xwe ji destdane û pêwîstiya wan bi hevkarî û çavdêriya zêdetir heye.
Li beşekî dinê gotara xwe de balkişand li ser wê yekê ku hinek ji wan rêxistinan ku li wê serdemê destê hevkariyê ji bo me dirêjkirin niha jî berdewamîn ji bo gihandina yarmetî û hevkariyê ji bo beşeke gelê me ji wan jî Heyva Sora Îmarat ku heta niha salane yarmetiya 5181 zarokên bê bav yan bê dayik dide û ev karê wan cihê pêzanîn û rêzekî zêdeya meye û em spasiya wan dikin, lê belê hejmarek ji wan ezîzan bê naz û bê dayik û bavin ji wê hejmarê gelek zêdetire. Li gor wan amarên ku li ber destê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî da ye zêdetirê 11 hezar kesên sêwî û bê naz û bê dayik û bav li Kurdistanê da hene û li bernameya me da ye kar ji bo wan bikîn bikarîn destê yarmetiyê ji bo wan hemûyan dirêj bikîn.
Spas ji bo xweda niha bi sedema aramiya asayîşa Herêma Kurdistanê bingeheke baş rexsaye ji bo geşkirina rewşa aboriya Herêmê, niha rêjeyekî ber bi çav ji xelkê me li warê bazirganiyê da serkeftinê bi destxistine û rewşa aboriya wan gelek başe ji bo wê yekê dema ewe hatiye li asta navxweyî jî şiyanên xwe bixîn holê warê xêrxwaziyê de wêrekbîn û alîkariya wan ezîzan bikîn.
Paşê ji aliyê M. Beşîr Xelîl Hedad Endamê Parlemena Kurdistanê û Serokê Lîjneya Karubarê Olî li gotarek de behsa girîngiya vê projeyê (Projeya Çavdêriya Ezîzan) li Herêma Kurdistanê kir û daxwaz li kesên sermayedar û dewlemendên Kurdistanê kir zêdetir hevkarî û handerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bin bo serxistina projeyê û hevkarîkirina hejmareke zêdetirê zarokên Kurdistanê.
Mamosta Mela Ebdulla Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamiya Kurdistanê li gotarek de tîşk xiste li ser kar û çalakiyê berdewamiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û ragihand: Li pal wê xizmeta zora Dezgehê, Projeya Çavdêriya Ezîzan, hem li dinya û hem li qiyametê jî hevşana pêxemberê me yê mezin (Mihemed (SXL) li bihûşt da dibin, ji bo wê yekê daxwaz ji sermayedar û dewlemendên Kurdistanê kir vê projeyê bi derfetek bizanin ji bo kirîna koşkek li bihûşt û rizgarbûna wan ji nerehetiyên qiyametê.
Musa Ehmed Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gotarek de ragihand: hejmara sûdmendên vê projeyê 2023 ezîze, ku her yek ji wan mehane 50 dolar bi awayeke berdewam werdigre û got: Ev proje zarokên jêr temenê 18 salan li xwe digrê, eger li proseya xwendinê jî berdewam bibin, wê demê hevkariya wan bi berdewam dibe, heta ku bikarîn bi bêyî girift xwendinê temam bikin. Her li dema ragihandina projeyê da hejmarek sermayedar biryarê dan beşdarî projeyê bikin û yarmetiya 2700 zarokan bikin.
Berdewamiya axaftina xwe de got: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li qonaxa yekema projeya ezîzan da li rêya Heyva Sora Îmaratî kefaleta 5181 zarokan kiriye, ew proje jî heta sê salan berdewam dibê.
Li dawiya rêwresmê da ji aliyê birêz Mesrur Barzanî ve diyariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser hejmarek sermayedaran da hate dabeşkirin û dawî bi rêwresmê hat.