Polîtîk

Mesrûr Barzanî: Em Kurdistanê bi bazarên herêmî û navneteweyî ve girê didin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje, “Peymanên me yên bi şîrketên Amerîkayî re dibin dînamoya pêşkeftina aborî, veberhênan û dahênanan.” Di derheqa projeya Ronakiyê de jî tekez kir, “Em bi rêya wê projeyê yek ji mezintirîn pirsgirêkên xwe ji bo mezintirîn destkeftî diguherin, ew jî bi ronkirina malan, xurtkirina pîşesaziyê û bicihanîna soza Kurdistaneke geştir û rontir.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 1ê Hezîrana 2025ê) di merasîma gera heftê ya derçûyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Duhokê de gotarek pêşkêş kir û amaje da, “Ji bo min şerefeke mezin e ku ez îro wek Serokê Desteya Emîndarên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li vê derêbi we re me.”

Mesrûr Barzanî herwesa got, “Em îro li vê derê kom bûne, ne tenê ji bo ahenga serkeftina we ya akademîk, ku we bi bizav û westiyana xwe bi dest xistiye, belkî ji bo rêzgirtina li pabendbûn, biryardarî û dinyabîniya wan Kesan e yên ku hûn gihandine vê rojê.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa li ser pêvajoya çaksaziyê jî got, “Me li Herêma Kurdistanê dest bi wê pêvajoyê kiriye. Ev çaksazî ne tenê raman in, lê dê bandoreke rasterast li ser baştirkirina jiyara gelê Kurdistanê bikin. Em pêşkeftina aborî tevgir bi dest dixin û Kurdistanê bi bazarên herêmî û navneteweyî ve girê didin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li ser serdana xwe ya Amerîkayê û îmzekirina peymanan bi şîrketên wî welatî re jî got, “Me pabendbûna xwe ya berdewam ji bo hevkariyekê li ser bingeha nirxan bi hikûmet û gelê Amerîkayê re tekez kir, têkiliyek ku ji salên 1990an ve pir pêş ketiye. Di serdana xwe de, me peymanên stratejîk bi şîrketên enerjiyê yên pêşeng ên wî welatî re îmze kirin, ku dibin dînamoya pêşketina aborî, veberhênan û dahênanan. Ya giringtir jî, ew derfetên karî yên pir baş û ast bilind di sektorên cuda cuda yên Kurdistanê de peyda dikin, derfetên ku li gorî şarezayî, hez û amadebûna we ji bo pêşengiyê diguncin.”

Amaje jî da, “Ji bo cara yekê di dîrokê de, Kurdistanê nîşan da ku serxwebûna aborî ya ku me bi dest xistiye ne bi saya petrolê ye, lê bi saya nêrîneke cîhanî ya aborî ye ku li ser bingeha pêşxistina sektorên negirêdayî petrolê yên wekî banka û çandiniyê ye. Bi rastî em li ser bingeha vê nêrîna cîhanî kevirê bingehîn ê Kurdistaneke bihêztir û xweragirtir dadinin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa projeya Ronakiyê de jî got, “Em ne tenê ji bo îro, lê ji bo nifşên paşerojê jî pêdiviyên bingehîn ên jiyaneke nûjen peyda dikin. Wekî pareke sereke ya vê pêşketinê, em pabend in ku bi rêya Projeya Ronakiyê elektrîka berdewam peyda bikin û em yek ji mezintirîn pirsgirêkên xwe ji bo mezintirîn destkeftî diguherin, ew jî bi ronkirina malan, xurtkirina pîşesaziyê û bicihanîna soza Kurdistaneke geştir û rontir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî behsa projeya Hejamra Min jî kir û ragihand, “Ji bo nûkirin û modernîzekirina sîstema me ya bankê, me pêşengiya Hejamra Min ragihand, ku li devera me bêhempa ye. Ev proje dê alîkariya welatiyan bike ku, hêsantir bigihîjin bankên dîjîtal, şefafiyetê baştir bike û çanda karsazî û berpirsiyariyê teşwîq bike û berfireh bike.” Tekez jî kir, “Em ne tenê ji bo îro, lê ji bo nifşên paşerojê jî pêdiviyên bingehîn ên jiyaneke nûjen peyda dikin.”

Mesrûr Barzanî amaje jî da, “Karnameya çaksaziyên me di warê perwerdeyê de berdewam e û wekî her car em pabend in ku pergala xwe ya perwerdeyê ji nû ve binirxînin û mekanîzmên misogerkirina kalîteyê xurt bikin, ev jî bi rêya çaksaziyên îdarî û danîna armancên pîvankî ji bo nirxandina asta bandora saziyên perwerdeyê. Di eynî demê de, baştirkirin û xurtkirina performansaastê xwendekarên me pêşîniya meji karên me yên pêşiyê ye û hînkirina xwendekarên me jî balê dikişîne ser xwe..”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa got, “Bi rêya wan atandardên niştîmanî yên ku me di dibistanên seretayî û navîn û saziyên xwendina bilind de danîne, me derî li ber xebata akademîk a serbixwe vekir û me piştgirî da saziyên xwe da ku bikarin xwe ji hêla îdarî û darayî ve bi rê ve bibin. Ev guhertineke stratejîk e ku dahênanê dixe dilê pergala perwerdeya me. Armanca me zelal e: em dixwazin neteweyeke ku ji zanînê hez dike ava bikin, neteweyek ku di tevaya jiyana xwe de li fêrbûnê bigere û jêhatîbûn û wekheviya derfetan bibin edet.”

Back to top button