Civak

Mesrûr Barzanî: Em ê cîhbicîhkirina xizmetguzarî ji bo hemwelatiyan berdewam bin

Bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve qonaxa duyem û sêyem a bazineya rêya 150 metrî li Hewlêrê hate vekirin.

Îro 23.11.2022yê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve merasîma vekirina rê û otobana 150 metrî ya Hewlêrê qonaxa wê ya duyem û sêyem hate vekirin û di merasîmê de Mesrûr Barzanî gotarekî giring pêşkeş kir.

Di gotara xwe de Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragehand, cîhê serbilindiyê û destxweşiyê ye ku em dibinin projeyekî bi standartên navnetewî û bi şiyana endazyariya Kurdistanî û şîrketekî navmalî ve tê cîhbicîh kirin. Li hemû xelkê Kurdistanê û bi taybet li xelkê Hewlêrê pîroz be. Ez destxweşiyê li şîrketa cîhbicîhkar a Hêmin Grup dikim ji ber wî karî xweşik encamdane.

Back to top button