Merkel piştgiriya mafên destûriyên Kurdistanê dike
Angela Merkel rawêjkara Almanyayê piştgiriya welatê xwe ji bo mafên destûriyên Herêma Kurdistanê di çarçoveya Îraqê de nîşan da û behsa têkelî û alîkariyên Almanya ji bo Herêma Kurdistanê, bi taybetî hevkariya di warê rûbirûbûna terorê de, kir. Wê pesina helwesta Herêma Kurdistanê da ku amadeye bi danûstandinê pirgirêkan bi Bexdayê re çareser bike û rêzgirtina hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo biryarên Dadgeha federaliya Îraqê, bi niyetpaqijiya Herêma Kurdistanê wesif kir.Agela Marker rawêjkara Almanyayê, roja 18.12.2017ê li Berlinê, pêşwazî li Nêçîrvan Barzanî serowkezîrê Kurdistanê û şandeya pê re ku ji Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û Fuad Hisên serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê pêkhatibû, kir û di civînekê de Merkel hêvî xwest ku hemû alî ji bona destpêkirina danûstandinên navbera Hewlêr û Bexdayê bixebitin û Almanya jî rewşê dişopîne.Nêçîrvan Barzanî sipasiya hevkarî û piştevaniya Almanya ji bo Herêma Kurdistanê kir û dawî pêşhat û rewşa têkeliyên Herêma Kurdistan û Îraqê behis kir. Barzanî tekîd kir ku Herêma Kurdistanê bi destûra Îraqê pabend e û ji bona çareserkirina arîşeyan li gor destûra Îraqê bi Bexdayê re gelek mihawile kirine, lê Bexdayê tu bersiv nedane, ji ber hindê pêwîste dewletên dost yên weke Almanya alîkariya Îraq û Herêma Kurdistanê bikin da dest bi danûstandinan bikin.Şandeya Herêma Kurdistanê man û parastina herêma Kurdistanê ji bo aramiya deverê bigiring wesif kir û tekîd kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser çaksaziyan berdewam dibe û çaksazî di hemû waran de ji karên pêşîneyên hikûmetê ye û ji bona vê armancê daxwaza hevkarî û piştgiriyê ji Almanya kir.